Serokê dadgehê heqaret li wergêr kir
Serokê dadgehê heqaret li wergêr kir
Serokê dadgehê heqaret li wergêr kir
Di danîşîna doza 85 kesên ku ji wan 32 kes girtî ne ya bi îdeaya di "Meclîsa Cizîrê ya KCK'ê de" cih girtine de, serokê dadgehê li wergêr heqareta "Ma IQ'ya te kêm e?" kir.
24'emîn danîşîna doza ku di çerçoveya operasyona di bin navê "Meclîsa Cizîrê ya KCK" de hatî kirin de 85 kesên ku 32 ji wan girtîne di 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê de hate dîtin. Ji bersûcan 25 girtî 35 kes beşdarê danîşînê bûn, ji 6 bersûcên girtî yên di girtîgehên Midyad û Şakranê de ne bi pergala Dîmen û Dengê (SEGBÎS) ê tevlî danîşînê bûn. Ji bilî parêzerên tên darizandin gelek xizmên girtiyan jî di danîşînê de cih girtin. Di danîşînê de dozger daxwaza hemû bersûcên girtî girtina wan berdewam kir da. Piştre bersûcên girtî, bi rêya wergêran parastina xwe kirin. Bersûcan ji ber hin axaftinên bersûcan bi baş werger nekir bertek nîşan dan, serokê dadgehê heqareta "Ma IQ'yên te kêm in? Xelaya IQ'ya te heye?" li wergêr kir.
Bersûcan ku parastinê kirin ji daxwaza girtinê ya dozgerê re îtîraz kirin, xwestin biryara tahliyekirinê bê dayîn. Piştî navbêr dane danîşînê bi parastina parêzerên mudafî re berdewam dike.