Serokê Ahrar El Şam hat kuştin
Serokê Ahrar El Şam hat kuştin
Serokê Ahrar El Şam hat kuştin
Li Sûriyeyê di êrîşa bombeyî ya li hemberî rêxistina Ahrar El Şam ku di nav wan de serokê rêxistinê Hesen Abud jî ku heye herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest da.
Bûyer li gundê Ram Hamdan ê girêdayî Idilb pêk hat. Teqîn dema rêveberên rêxistina Ahrar El Şam di civînê de bûn pêk hat. Di teqînê de serokê rêxistinê Hesen Abud jî di nav de herî kêm 20 pêşengên rêxistinê mirin.
Rêxistina Ahrar El Şam di nav Eniya Yekîtiya Îslamî ya ji 7 rêxistinên li dijî çeteyên DAIŞ pêk tê, yek ji baskên herî bi hêz ên vê eniyê ye û xwedî 20 hezar mîlîtan e.
Tê texmînkirin ku êrîş ji aliyê çeteyên DAIŞ ve pêk hatiye.
Ebu Xalid El Surî yê yek ji serokê din ê rêxistinê bû di meha Sibatê de di êrîşek DIAŞ de miribû.