Serokê Şaredariya Washîngtonê Bowser: Êrîşê bi tundî şermezar dikim
Serokê Şaredariya Washîngtonê Mûrîel Bowser got: “Êrîşa bi şidetê, weke Amerîka li dijî nirxên me û ji bo gelê me weke heqaretekê ye.”
Serokê Şaredariya Washîngtonê Mûrîel Bowser got: “Êrîşa bi şidetê, weke Amerîka li dijî nirxên me û ji bo gelê me weke heqaretekê ye.”
Serokê Şaredariya Washîngtonê Mûrîel Bowser, ê ku têkildarî êrîşa girseya gel a protestokirina Serokkomarê Tirk Erdogan daxuyaniyek da wiha got: “Êrîşa bi şidetê, weke Amerîka li dijî nirxên me û ji bo gelê me weke heqaretekê ye.”
Serokê Şaredariya Washîngtonê Mûrîel Bowser di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Êrîşa ku duh li hember xwepêşanda bi aştiyane ya ku me jêre şahidî kir, weke Amerîka li dijî nirxên me û ji bo gelê me weke heqaretekê ye. Vê êrîşê bi tundî şermezar dikim. Li gorî agahiyên ku ji aliyê Midûrê Emniyeta Metropol a Washîntong Peter Newsham ve hatî dayîn, wê bûyer bê lêpirsîn û ji bo edalet bê bi cih anîn, wê bi hevkarên xwe re bixebite.”