Serlêdana parêzerên Ocalan rastî keştiya xerabe hat
Serlêdana parêzerên Ocalan rastî keştiya xerabe hat
Serlêdana parêzerên Ocalan rastî keştiya xerabe hat
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozgeriyê jî bi hinceta keştî xerabe ye serlêdana parêzera red kir.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Îdareya Girtîgeha Îmraliyê û dozgerê Komarê bersiva neyînî dan û bi hinceta Keştî xerabe ye serlêdana parêzeran red kirin.
Parêzerên Rêberê GelêKurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 638 roj berê bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Parêzeran heta niha 176 caran seri li rayaran da, lê her tim bi heman hincetan serlêdanên parêzeran red kir û destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê.