Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hate red kirin

Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hate red kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan. Dozgeriyê dîsa bi hinceta "keştî xirabe ye" serlêdana parêzeran red kir.

Ji parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa dosgeriya komarê heman hincet nîşan da û diyar kir ku, keştî xirabe ye. Serlêdana parêzeran ya Pençşemê jî dîsa biheman hinceta "keştî xirabe ye" hatibû astengkirin.

Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 580 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 162 caran ji bo biçim Îmraliyê serî li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.

Serlêdana parêzeran sal û nîve tên astenkirin. Lê di 18'ê Sibatê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan û di 23'ê Sibatê de jî wekîlên BDP'ê çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanre hevdîtin pêk anîbûn.