Serlêdana parêzerên Ocalan bihinceta ‘betlana 1’ê Gulanê’ hate redkirin

Serlêdana parêzerên Ocalan bihinceta ‘betlana 1’ê Gulanê’ hate redkirin

Vêcarê serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bihinceta betlaneya 1’ê Gulanê heye red kirin.

Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Rayedarên Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bersiva neyînî da û bi hinceta betlana 1'ê Gulanê serlêdan red kir.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 643 roj berê bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Parêzeran heta niha 178 caran seri li rayaran da, lê her tim bi heman hincetan serlêdanên parêzeran red kir û destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê. Rayedaran vê hefteyê jî hinceta betlana 1'ê Gulanê nişan dan û destûr nedan parêzeran.