Serlêdana parêzeran cara 160’mîn jî hate asteng kirin
Serlêdana parêzeran cara 160’mîn jî hate asteng kirin
Serlêdana parêzeran cara 160’mîn jî hate asteng kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan. Dozgeriyê dîsa bi hinceta keştî xerabe ye serlêdana parêzeran red kir.
Ji parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlûm Dînç, ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne dîsa serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa dozgeriya komarê heman hincet nîşan da û diyar kir ku, keştî xerabe ye. Serlêdana parêzeran a Sêşemê jî dîsa bi hinceta "keştî xirab bûyî ye" hatibû astengkirin.
Balkêşe heman keştî malbatan û heyetan dibe Îmraliyê ne xerabe ye. Lê dema parêzer ji bo biçin Îmraliyê keştî xera dibe.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 575 roj berê çûbûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 160 caran ji bo biçim Îmraliyê seri li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.