Serlêdana ji bo rawestandina dersînorkirina Abdulmenaf Osman hat redkirin

Ji bo rawestina biryara dersînorkirina girtiyê siyasî Abdulmenaf Osman ê ku 30 sal û 6 mehan di girtîgehê de ma, îtîraz hatibû kirin. Serlêdan ji hêla dadgeriya Tirk ve hat redkirin.

Nivîskar Abdulmenaf Osman (58) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin, 30 sal û 6 meh piştre di 3’yê Îlonê de hate berdan. Lê belê dewleta Tirk ji bo Osman dersînorî Sûriyeyê bike, bire Navenda Paşveşandinê (GGM) a Edîrneyê. Ji wê rojê vir ve Osman li Edîrneyê tê girtin. Parêzerên Osman ji bo rawestandina biryara dersînorkirinê serî 1’emîn Dadgeha Îdarî ya Manîsayê dan. Dadgehê jî serlêdana îtîrazê şandibû 2’yemîn Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Edîrneyê. Dadgeriyê di biryara xwe de îdia kir ku ji ber der barê Osman de biryara parastinê tune ye, biryara dersînorkirinê li gorî qanûnan hatiye dayîn û li gorî “hiqûqê guncav”e, serlêdana îtîrazê red kir.