Serlêdana ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd hate redkirin

Serlêdana parêzeran ku doh ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anî bûn, hate redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin doh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê serlêdan hate redkirin.

Serdozgeriyê biryara qedexeya hevdîtina parêzeran a 6 mehan ku 2'emîn Ddgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 23'ê Îlonê de têkildarî Ocalan û 3 girtiyên li gel wî dabû, kir hincet û serlêdan red kir.
Bi îdîaya "Nexşeya Rê" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li parêznameyên xwe yên ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê zêde kiribû, 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtinên bi parêzeran re lê hatibû birîn.