Serlêdana hevdîtinê ya bi Ocalan re red kirin

Serlêdana parêzeran a hevdîtinê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate redkirin.

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûnsal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç a ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ku muwekîlê xwe bibînin, hate redkirin.

Dadgeha Înfazê ya 2’an a Bûrsayê bi hinceta biryara qedexeya 6 mehan a 23’yê Îlonê ji bo Abdullah Ocalan û sê girtiyên din dabûn kir hincet û serlêdan red kir.

Rêzan Sarica û Newroz Ûysal ên ku parêzerên Ocalan in, piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe civiyabûn.