Serkan Tosûn sibe dê bispêrin axê

Serkan Tosûn sibe dê bispêrin axê

Cenazeyê endamê MLKP Serkan Tosûnê di şerê li Serêkaniya bin xetê di şerên li gundê Eloka de jiyana xwe ji dest dayî, dê sibe li Stenbôlê bê veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG Serkan Tosûnê ku encama şer û pevçûn ên di navberan Yekîniyên Parastina Gel û komên çetê yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam /Eniya El Nusra li gundê Elok yê girêdayî bajarê Serêkaniyê jiyana xwe ji destdayî û îro anîn Serêkaniya ser xatê rêkirin li Amedê. Wê êvarî  ji bo Tusûn li goristan Yenîkoya Amedê meresimek were li darxistin.

Piştî li Nexweşxaneya Dewletê a Riha yê otopsiya Tosûn hat çêkirin, ji aliyê  Serokê Rêxistina ESP'ê ya Amedê Ramazan Karakaya, Cîgirê Şaredara Wêranşarê Mehmet Bûrûr, Şaredarê Serêkaniya ser xetê Îsmaîl Aslan, endamê Meclîsa BDP’ê Hizli Kiliç û, şaredarê Wêranşerê  Nazif, hevserokên navçeya Rihayê Halit Yıldıztekin û Leyla Akça û  Serokê navçeya Kayapinarê   di nav de bi beşdarbûna sedan kesan ve hat bi oxûrkirin.

Dema hat şandin polisan ala YPG’ê a li ser cenaze xwest, bi hemû astengiyan re ji aliyê girseyê ve cenaze hat bi rêkirin.

Di seat 21.00'ê êvarî de li goristana  Yenikoyê meresinê  ji bo Tusûn bê çêkirin. Pişte re ji wê bibin li Balefirgeha Amedê û dê di 23:00’an de bê şandina Stenbolê.

Cenazeyê Tusûn di seatên derengê şevê de dê ji balefirgeha Ataturk were girtin û bibin taxa Gazî ya ku malbata wî lêdimînene.

Tusûn  dê sibe li Taxa Gazî di seat 14:00’and e were veşatin. Dê toren li duraxa Karakola berê bê li darxistin.