Serfermandarê Giştî: Vekişîn tuneye, ji nû ve sererastkirin heye
Serfermandarê Giştî: Vekişîn tuneye, ji nû ve sererastkirin heye
Serfermandarê Giştî: Vekişîn tuneye, ji nû ve sererastkirin heye
Piştî daxuyaniya KCK’ê ya vekişînê, li ser îdiayên artêşa Tirk jî xwevekêşa Serokatiya Serfermandariya Giştî daxuyaniyek da û got: “Ne mijara gotinê ye ku beşek yê Hêzên Çekdar yên Tirk xwe ji herêmê kêşaye û hêza xwe kêm kiriye.”
Serfermandariyê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku, li hemberî rewşên xeter weke her sal cihên yekîne lê û mekanê wan tê sererast kirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Erkê tekoşîna Hêzên Çekdar yên Tirk li hember terorê li gorî Qanûna Îdareya Bajar ya hêjmar 5442 hatiye diyarkirin. Li gorî zagonê; li herêma ku di bin berpirsyartiya walî de ye, dema ku ji meqama herî bilind ya leşkeriyê daxwaza hêzê kir, ji bo cihê ku hêza tê xwestin lê bicih bibe û biencamkirina bûyera tê daxwaz kirin, li herêmê hêz tê bicih kirin. Di vê çarçoveyê de ne mijara gotinê ye ku beşek ji Hêzên Çekdar yên Tirk ji herêmê derkevin û kêm bikin. Cih û mekanê yekîneyên me li gorî rewşa gefê her sal têne sererast kirin.”