Serdana namzetên HDP’ê yên gel didome

Xebatên HDP’ê yên hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê didomin. Namzetên HDP’ê li gelek navend, navçe û gundan bi gel re hatin cem hev û diyar kirin ku wê benda hilbijartinê hilweşînin û pêşî li dîktatoriya AKP’ê bigirin.

Xebatên HDP’ê yên hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê didomin. Namzetên HDP’ê li gelek navend, navçe û gundan bi gel re hatin cem hev û diyar kirin ku wê benda hilbijartinê hilweşînin û pêşî li dîktatoriya AKP’ê bigirin.

AMED

Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Amedê Sîbel Yîgîtalp û Altan Tan di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de çûn serdana esnafan û li Çermîkê buroya hilbijartinê vekirin.  Namzet di saetên sibê de ji Amedê ketin rê û li ber Petrola Aslan a têketina navçeyê de ji aliyê gelek wesayîtan ve hat pêşwazî kirin.  Namzet bi tilîlî û nîşaneya serkeftinê hatin pêşwazîkirin.

Namzet Sîbel Yîgîtalp di vekirinê de axivî û got têkoşîna jinê di HDP’ê de jiyan dîtiye û got: “Bi taybet li Kobanê û Şengalê jinan dîrok nivîsî.  Niha jî emê têkoşîna demokratîk bi dayîna dengan bibin meclîsê.”
Altan Tan jî got: “Ger HDP bendê derbas bike û bikeve meclîsê wê Tirkiyeyek nû bê û AKP wê pêkanînên xwe yên keyfî nedomîne. Wê desthilatdariyek nû bê avakirin, pirsgirêkên Tirkiyeyê rast bên axaftin, pirsgirêk li Enqereyê bên nîqaşkirin.”
Namzetan bi muxtarên gund re jî civîn kirin.

Namzetên HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel, Nîmetullah Erdogdu û rêveberên HDP û DBP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de derbasî buroya hilbijartinê ya ku wê sibê li taxa Huzurevlerî bê vekirinê, bûn.  Heyet li Cadeya Sitki Gorel bi esnafan re hate cem hev û çûn serdana medreseyê.

ÊLIH

HDP xebatên xwe yên li Êlihê jî didomîne. Li taxa Gultepe, namzetên xwe bi gel dan nasîn.  Namzet Alî Atalan  ji ber beşdarî xebatên hilbijartinê yên derveyê welat bibû, beşdarî bernameyê nebû. Namzetên din Saadet Becerîklî, Ayşe Acar Başaran û Hasan Yagiz Gultepe beşdar bû.
Becerîklî bi lêv kir ku AKP ji yekîtiya Gel û HDP’ê ditirse û di danezana hilbijartinê de jî cih nedaye pêvajoya çareseriyê û got: “Yekane derdê AKP’ê ev e ku Erdogan bikin serokwezîr û 400 parlamenterî der bixin. Bi vî awayî dixwazin bi yek kesî Tirkiyeyê bi rê ve bibin.”

Hasan Yagiz jî got: “Em bi HDP’ê re li ser navê azadî, demokrasî û wekheviyê bibin yek.  Ji bo pêşî li me bigirin dixwazin provakasyonan pêş bixînin.  Li Êlihê li pey provakasyonane. Berê xwe didin ciwanên me. Lê emê neyên provakasyonan.” Namzet Başaran jî got ji bo xwedî li pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, bê derketin, hilbijartinên 7’ê Hezîranê gelek girîngin.

RIHA

Li Rihayê jî xebatên HDP’ê bê navber didomin. Namzet bi eleqeyek mezin tên pêşwazîkirin. Namzetên HDP’ê yên Rihayê Leyla Guven, Yagmur Akay û Serhat Dîcle Yuksel li navçeya Serêkaniyê bi gel re hatin cem hev.
Namzetan li Cadeya Gazî esnaf ziyaret kirin û li navçeya ku nifûsa Ereb û Kurd zêdebû, eleqeyek mezin hat nîşandan. Namzet piştre li Bazara Duşemê ya li Taxa Nû bi esnaf û gel re hatin cem hev.
Namzet Leyla Guven got di hilbijartinên herêmî de Serêkaniyê bi xîle û entrîkayan hat girtin, lê wê di 7’ê Hezîranê de dersek baş bo AKP’ê bê dayîn. Guven got: “Em Kurd û Ereb wê bên cem hev û bendên bêedeletî û bêhiqûqiyê serobino bikin.”
Namzet  çûn serdana gundên Hummera Jorîn, Herma, Hello Bello, Şêx Rucûm  û Eyşoka Jorîn.  Namzet piştre derbasî Wêranşarê bûn.

ÇEWLIK

Mala Şînê ya ji bo şervanê YPG’ê Nazmî Şafak Dogan (Alîşer Mordem)  li gundê Mezra Ceban a Kanîreşê hatibû avakirin, rastî eleqeyek mezin tê.  Îro namzetên HDP’ê yên Çewlîkê Hîşyar Ozsoy, Serhat Gumuş û Sevgî Oruç, rêveberên HDP û DBP’ê şûn mala şînê. Namzetan bi malbatê re sohbet kir.

ARTVÎN

Li Artvînê jî xebat bê navber didomin. Namzetên Artvînê Recep Demîrcî û Celal Osmanagaoglu bi gel re hatin cem hev.
Hevseroka HDP’ê ya Artvînê Hulya Vayîç da zanîn ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê  di alî pêşeroja Tirkiyeyê de gelek girînge û got: “Em di van hilbijartinan de  ne tenê benda ji sedî 10 emê bendê zîhnê xwe jî û bendên li pêş jinan jî hilweşînin.”
Namzet Recep Demîrcî balkişand ser qetilkirina birayê xwe Alattîn Demîrcî yê di darbeya 12’ê îlonê de hat qetikirnê û got: “Ez gotinên birayê xwe yê cara dawî min dît qet jibîr nakim. Ji min re gotibû bibe mirovekî bi rumet. Zextên faşîzmê ez têk nebirim. Ez her tim serbilind bûm.”

Namzet Celal Osmanagaoglu jî got li Artvînê gelek çadn û bawerî bi hev re dijîn û got Artvî di vî alî de li Tirkiyeyê mînake.
Piştî axaftinan Koma Uç Kuşak konserek da.