Şer û pevçûnên li Rojava didomin: 5 çete hatin kuştin
Şer û pevçûnên li Rojava didomin: 5 çete hatin kuştin
Şer û pevçûnên li Rojava didomin: 5 çete hatin kuştin
Li Girê Spî hêzên YPG’ê li dijî komên çete çalakiyek lidar xist. Hate ragihandin ku, di encama çalakiyê de 5 çete hatine kuştin. Li herêmên Çilaxa, Serêkaniyê, Tirbespiyê û Helebê pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de didomin.
Êrîşên komên çete ên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û Helebê, li hemberî van êrîşan berxwedan û çalakiyên YPG’ê jî didomin. Di demjimêrên êvarê de jî şer û pevçûn dom kirin.
GIRÊ SPÎ (TIL EBYED)
Hêzên YPG’ê li gundê Mehmûdiyê ku 15 kîlometre dikeve başûrê Girê Spî wesayîtek komên çete hedef girt. Hate gotin ku, di çalakiyê de 5 endamên komên çete hatine kuştin û wesayît bi temamî hatiye rûxandin.
ÇILAXA
Hate ragihandin ku, li herêm Çilaxa ya Girkê Legê komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Eniya El Nesra di demjimêr 21.00’an de ji gundê Girhok bi çekên giran û hawanan gundên Mizêrta û Qîrewan ên girêdayî Çelaxa topbaran kirin. Lê derbarê encamên êrîşê de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
TIRBESPIYÊ
Hate hînbûn ku komên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El Nesra li derdora 21.30’an de ji gundê Mihemed Diyab û Xerdûka yên başûrê Tirbespiyê hewl dan êrîşî gundê Beyazê bikin. Lê hêzên YPG’ê bersivda daye û pevçûn derketine. Hate gotin ku, pevçûn nêzî nîv demjimêr bi dijwarî dom kirine û komên êrîşkar neçar mane ku paşve biçin. Li herêmê pevçûn cîh bi cîh dom dikin.
SERÊKANIYÊ
Li Serêkaniyê jî pevçûnên li gundên Çav û Elok ku di demjimêrên serê sibehê di bi êrîşên komên çete destpê kiribûn, bi dijwarî didomin. Le derbarê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
HELEB
Hate hînbûn ku komên çete herêma Sekin Şebabî û Eşrefiyê topbaran dikin. Her wiha di navbera hêzên YPG’ê / Eniya El-Ekrad û komên çete de pevçûnên demî dewam dikin. Hate ragihandin ku, di encama topbarana îro de welatiyek birîndar bûye.
TIL KOÇER
Li derdora bajaroka Til Koçer jî pevçûnên demî yên di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de didomin.