Şêniyên nû yên bajarên mirî
Şêniyên nû yên bajarên mirî
Şêniyên nû yên bajarên mirî
Li Rojavayêbakurê Sûriyeyê li axa ku veguheriya gola xwînê, hezar sal beriya niha nêzî 700 gund û bajarok hatibûn terkirin. Ev warê ku wek ‘bajarên mirî’ tên bi navkirin, ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji komên biçûk ên penaberan re malovaniyê dike. Bajarê di lîsteya Mîrataya Çandî ya UNESCO de cih digire, ji ber şer bi tunebûnê re rû bi rû maye.
Herêma ku bi navê Levent tê bi navkirin û ji Rojhilatê Akdenîzê heta Nîvgirava Sîna diçe û şerîda ku perava Akdenîzê dihundirîne yek ji şaristaniyên herî kevn e. Ev axa ku tam sed sale aştî nedîtiye, ji berhemên herî qedîm yên dîrokî ên mirovahiyê re malovaniyê dike. Yek ji van jî ‘bajarên mirîne’.
Bajarên mirî di demên cuda de hatine înşakirin û di navbera sedsalên 8 û 10’an de nêzî 700 wargeh yên wekê bajarok, gund, keşîşxane û xana pêk tê. Ev cihên ku di navbera Idlîb û Halbê de ne, jiyana serdema yêkemîn û jiyana gundan heta roja îro aniye û ligel ku ev hezar sale hatiye tekirin û kesek jî li wir ne jiyaye, pir baş hatine parastin. Hêj ji bo xiristiyanan Dêrê Azîz Sîmon nokteyeke hecê ye.
Piştî belavbûna islamiyetê ji ber îstîlayên di sedsala 8’emîn de hatin jiyîn ev cih hatin terkirin û ji wê rojê û şûnde kes li wir najî. Ev cihên hatin terkirin, piştî hezar salî şûnde ji mirovahiyê re malovaniyê dike. Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi hezaran kesên neçar man malên xwe terk bikin, li van cihên dîrokî yên di navbera Îdlîb û Halebê de dimîne de bi cih bûne.
Ebu Xalid yê li goristanê dijî ji ekîba radyoya NPR re axivî û got: “Mirov îro dijîn, ji miriyan, bi xoftirkirin.”
Malbata Ebu Halîd li bajarekî miriyan li gorên şikeftê dijîn. Xalîd û malbata xwe piştî bombebarankirina artêşa Esad, destpêkê çûne cem xizmên xwe yên li bajarokekê û piştî ew der jî hatiye bombebarankirin, çûne Îdlîbê û ji wir jî çûne vê şikeftê.
Bi malbata Xalîd re nêzî 40 malbatên din jî li van şikeftan dijîn. Halîd ji bo xwarinê çêbikin, kûçik çêkiriye û mutbexa Xalid jî liser gorekê hatiye avakirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî nêzî 2 hezar penaberî li bajarên antîk bi cih bûne. Penaberên di bin şert û mercên zehmet de dijîn, tu alîkariya navnetewî nagihêje wan.
Yên ku tên van bajaran pirsgirêkên xwe jî bi xwe re tînin. Ev cihên ku hezar sal zêdetire hatiye parastin, bi xetereya bombebaran û talankirinê re rû bi rû ne.
Bi taybet di destpêkê serhildana li dijî rejîma Esad de ev bajarên mirî bûn hedefa topan û zirarek mezin dîtin. Şervanên muxalîf jî li vir stirin û dîwarên bajarên dîrokî tije nivîsên nav û dirûşmeyane. Ya herî xerab jî hinek muxalîfan bi awayekî organîzekirî kaçaxvaniya berhemên dîrokî kir û fînanseya şerê xwe kirin. Niha jî didomîn.
Bajarê dîrokî Palmyra ji ber pevçûnên dijwar ev demek kes xwe nagihînê. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hemû mozaîkên wê hatine dizîn û ji ser sînorên Tirkiye û Lubnanê hatine revandin û bazara wan hatiye kirin.
Li gorî Emma Cunlîffe yê ji zanîngeha Durnham, bajarên mirî di dîroka cîhanê de warê ku herî baş hatiye parastinê ye. Cunlîffe balkişand ser xeteraya ku ev mîrateya dîrokî bê tunekirinê û got wan bihistiye ku penberên li wir dijîn berhemên wir difroşin û jiyana xwe didomînin.
Li gorî agahiyên Cunlîffe, tabuteke Serdema Bronz ya li herêmê bû ji 400 hezar dolarî muşterî dîtiye.
Fikara herî mezin ya dîroknasan ev e. Fikara wan eve ku ev mîrateya dîrokî ji ber şer û talanê tune bibe.