Sendîkaya Swêdê xwest Ocalan û girtî azad bibin

Sendîkaya Swêdê biryar da ku piştgiriya bi gelê Kurd zêde bike û azadî ji bo Ocalan û girtiyên siyasî xwest.

Şaxa bi nimreya 26’an a Federasyona Handelsê ya li bajarê Gävleyê ya ku karkerên buro, dikan û mixazeyan tê de birêxistinkirî ne, di kongreya xwe ya salane de biryar da ku bi kedkar û karkerên li Tirkiye û Kurdistanê bi gelê Kurd re piştgiriya xwe zêdetir bike. Sendîkayê xwest ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bila hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Di kongreya şaxa sendîkayê de hat diyarkirin ku peywira sendîkayan ne bi tenê ev e ku berjewendî û mafên endamên xwe biparêzin, ji bo cîhaneke bi heq û hiqûq divê piştgiriyên navneteweyî jî bikin.

Kongreyê biryar da ku piştgiriya bi kedkarên Tirkiye û gelê Kurd re zêde bike û bi daxuyaniya bi îmzeya Serokê Şaxê Rîckard Vîvalîûs biryarên hatin dayîn, ji medyayê re hatin ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêşveçûnên li Tirkiyeyê û qebûlkirina destûra bingehîn a di referandûmê de hate erêkirin, wan dixin nava fikar û metirsiyan.

Di daxuyaniyê de bal birin ser vî tiştî ku, AKP muxalîf û rojnamevanan digire. Û di dûmahîkê de qirkirin û wêrankirina li Kurdistanê ya bi destê Erdogan hate diyarkirin.

DAXWAZ

Şaxa Sendîkayê bi bîr xist ku li Kurdistanê mal, dikan û nexweşxane hatin wêrankirin û sendîkayê daxwazên xwe wisa rêz kir:

“Şaxa bi nimreya 26’an a Handelsê dixwaze li Tirkiyeyê pêkutiya li ser nûnerên ku gel ew hilbijartine, were sekinandin.

Em dixwazin Dewleta Tirk hemû girtiyên siyasî berde.

Em dixwazin ku Abdullah Ocalan serbest were berdan û ji nû ve bi wî re hevdîtinên aştiyê werin destpêkirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, heke ev daxwaz bi cih werin wê li Tirkiyeyê aştî û demokrasî were avakirin.