Sendîkaya Metal Turkê di grevê de ye

Sendîkaya Metal Turkê di grevê de ye

Piştî hevdîtinên peymana kar a tomarî ya di navbera Sendîkaya Metal  a Tirk û MESS’ê de  xetimî, şûnde 115 hezar karker ketin grevê.

Kargeriyên mezin yên wekê Renault, Tofaş, Arçelîk, Ford Otosan jî di girevê de ne. Sekreterê  giştî yê Turk-Îşê û serokê giştî  yê Sendîkaya Metal Turkê Pevrul Kavlak biryara grevê û hincetên wê ji rayagiştî re aşkera kir. Kavlak di daxuyaniya xwede da zanîn ku, MESS’ê di dema hevdîtina xalên zêdekirina heqdest a peymanê de, rêjeya enflasyona 1.14’an a  6 mehan a TUÎK’ê aşkera kiriye anîne rojevê. Me jî ji sedî 24 zem xwest lê wan ji sedî 9 pêşniyar kir.”