Selma Irmak: 411 girtiyên nexweş çima nayên berdan

Selma Irmak: 411 girtiyên nexweş çima nayên berdan

Parlamentera BDP’ê ya Şirnexê Selma Irmak ku girtî ye, pêşnûmepirsek pêşkêşî Meclisê kir û ji Wezîrê Dadê yê Tirk Sadulah Ergîn pirsa; 230 jê girtî 411 girtiyên nexweş çima serbest nayên berdan.

Parlamentera girtî ya BDP’ê Selma Irmak bi hevkariya Wekîlê serokê Koma BDP’ê û parlamenterên Çewlîkê Îdrîs Baluken pêşnûmepirsek pêşkêşî meclisê kir.

Irmak di pêşnûmepirsa xwe de wih agot: “Komeleya Mafê Mirovan di encama xebatên xwe de tespîtkiriye ku li girtîgehên Tirkiyeyê 230 jê giran bi giştî 411 girtiyên nexweş hene û ev nayên tahliyekirin, terkî mirinê hatine kirin. Pêkanîneke bi vî rengî binpêkirina mafên azadî û ewlehiyê ye.

Di pêşnûmeyê de ev pirs ji Wezîrê Dadê hat pirsîn:

-Ligel rapora girtiyên nexweş ya ku tê gotin nekarin di girtîgehan de bimînin, sedema ne tahliyekirina wan çiye?

- Girtî dikare mafên xwe yên ku di bin ewlehiya qanûnan de ye, bikarbîne. Ji bo tahliyekirina van girtiyên nexweş xebateke we di rojevê de heye an na?