Sekvanên artêşa Tirk şervanên YPG’ê gulebaran kirin

Sekvanên artêşa Tirk şervanên YPG’ê gulebaran kirin

Hate ragihandin ku sekvanên artêşa Tirk li ser sînor, şervanên YPG’ê yên li gundê Susikê gulebaran kirine û di encamê de 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Balkêş e ku gulebarandin di dema êrîşa çeteyan a li hemberî gund pêk hat.

Çavkaniyek YPG’ê diyar kir ku leşkerên artêşa tirk, di saetên nîvro de ji ser girê Ceman Beg ê li aliyê Bakurê Kurdistanê û dikeve hemberî gundê Susikê, şervanên YPG’ê yên gund gulebaran kirine. Heman çavkanî ragihand ku di encama gulebarana ku ji aliyên tetîkêşan (Sekvanan) ve hatiye pêkanîn de 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.

Balkêş e ku dema komên çete êrîşî gundê Susikê dikirin de, gulebarandina artêşa Tirk pêk hat. Di şerê saetên serê sibehê de jî ambulansên tirkiyê hatibûn ser sînor û birîndarên çeteyan biribûn.