Şehîdgeha Bestayê ligel astengiyan hat vekirin
Şehîdgeha Bestayê ligel astengiyan hat vekirin
Şehîdgeha Bestayê ligel astengiyan hat vekirin
Duh piştî biryara Walitiya Şirnexê ya qedexekirina vekirina Şehîdgeha Zelal Botan û Rojhilat Biluzerî ya aydê gerîlayên HPG û ARGK’ê ya li hermê Besta Dereler, li Şirnexê pevçûn pêk hatin. Welatiyên Şirnexê ligel hemû astengiyan merasîma vekirinê ya Şehîdgeha Rojhat Biluzerî û Zelal Botan pêk anî.
Bi hezaran kesê ji bo merasîma vekirinê ya şehîdgehê ketin rê, hatin astengkirin û qedexeya walitiyê wek hincet hat nîşandan. Welatiyan ji ber rê hatibûn girtin, di 10 saetan de gihiştin qadê.
Bi sedan kesê li Newala Besta hatin cem hev, bi avêtina çekên gerîla hatin pêşwazîkirin. Girseyê jî bê navber dirûşmeyê ‘bijî Serok Apo, Şehîd Namirin, PKK gel e, gel li vir e’ berz kirin.
Li şehîdgehê alên KCK, HPG’ê hatin daliqandin û posterên Ocalan û şehîdan hat vekirin. Ji bo şehîdên demokrastiyê deqeyek rêz hat girtin. Mlabatan axaftin kirin. Nivîsa ku Fermandariya Qada Gotanê ya HPG’ê şandibû ji aliyê kesekî rugirtî ve hat xwendin. Di peyamadê gel hat silavkirin û wiha hat gotin: “
Gelê kurd baş dizane ku, dijminê gelê kurd ji mirovaniyê nisîbê xwe negirtiye û gelek caran êrîşê şehîdgehan dikin. Me hestiyên hevalên xwe yên ku dijmin gorê wan texrîb kir, ji nûve berhev kir û gorên wan çêkir. Ji bo hestiyên hevalên me yên şehîd ketine texrîb nekin, me li newalên kurd û navbera zinaran, definkirin. Îro jî em bi piştgiriya gelê xwe, hestiyên wan berhev dikin û me li Şehîdgeha Zelal Botan û Rojhat Biluzer anî cem hev.
Em baş dizanin ku her cureyê êrîşê yên li hemberî şehîdên me, dê ji aliyê gelê kurd ve bê bersivandin û destên dirêjî şehîdên me dibin dê bên şikestin. Gelê kurd bi salane êş û bedelên mezin dan. Nirxên me yên herî mezin şehîdên Kurdistanê ne. Em dê li her cureyê êrîşê bê deng nemînin.
Piştî axaftinan vekirina şehîdgehê pêk hat. Malbat piştre li şehîdgehê geriyan û lorandin. Gel bi dirûşmeyan ji wir veqetiyan.