Şehîdên Rojava-Qereçoxê li Kolnê hatin bîranîn

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, ji bo cangoriyên di êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk de li Qereçoxê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, civîneke bîranînê hate lidarxistin.

Civîna bîranînê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê û Meclîsa Jinê ya Viyan ve hate lidarxistin û tevî xizmên şehîdan gelek welatparêz tevlî bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, ji Komîteya Malbatên Şehîdan a Ewropayê Ahmet Aktaş peyivî. Aktaş diyar kir, êrîşên dewleta Tirk bi esasî li hemberî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd tê kirin. Aktaş got, "Kurd wê tevî van hemû êrîşan jî bi ser bikevin. Bi xwedîderketina li bîranîna şehîdan re em ê bi ser bikevin."

Dayika şehîd û endama Meclîsa Jinê ya Viyan Ayten Karadag jî anî ziman, ku divê dilsoziya bi şehîdan re ne tenê bi dirûşman bê qîrîn û bal kişand ser girîngiya tevlîbûneke xurt.

Xwişka şehîd Perîhan Dersîm jî got, "Şehîdên me hebûna me ya herî hêja ye. Wan civaka Kurd, bi Elewî, Sûnî û hemû bawerî û cihêrengiyan gihande hev. Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin."

Li ser navê PYD'ê jî Celal Rojava axivî û got, "Xwedîderketina li têkoşîna wan, xurtkirina karê wan e. Em dengê wan in. Eger em bi wan re dilsoz in, divê em wan temsîl bikin."

Xizmê şehîd Ciwan jî anî ziman, şehîdên wan şehîdên Kurdistanê ne û weke malbat ew ê xwedî li mîrateya wan derkevin.