Sedema girtina DÎHA'yê di nava nûçeyên wê de veşartî ye
Yek ji saziyên çapemeniyê yên bi Biryarnameya bi Hukmê Qanûnî hate girtin, Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ye. DÎHA, li dijî her şêwe zext û girtinan, 14 salan bênavber bû dengê mirovên nedihatin dîtin.
HULYA EMEÇ
AMED / ANF
yekşem, 30 kewçêrê 2016, 07:00
Xebatkarên ajansê, ku mora xwe danîn binê bi dehan nûçeyên mîna komkujiya Roboksî, skandala Pozanti, bombekirina Pirtûkxaneya Ûmût, kuştina Ceylan Onkol û Ûgûr Kaymaz ji aliyê dewletê ve, provokasyona Tendurekê, dan xuyakirin ku ti hêz wê nikaribe wan bêdeng bike.
Hikûmeta AKP'ê ku hewldana darbeyê ji bo xwe weke 'xêra xwedê' dibîne, bi Biryarnameyên bi Hukmê Qanûnî saziyên çapemeniya mûxalîf her digire. Beriya niha bi mehekê, qenala zarokan Zarok TV, qenala Jiyan TV a bi zaravayê Kirmanckî weşan dikir û qenal TV 10 a ji bo Elewiyan jî di nav de zêdeyî 10 qenalên televîzyonê û 12 qenalên radyoyê hatin kirin. Duh êvarê jî bi biryarnameyekê ajansên DÎHA û JINHA, rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundem jî di nav de 15 ajans û rojname hatin girtin.
WEŞANA DÎHA'YÊ 48 CARAN HATE ASTENGKIRIN
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku yek ji saziyên hatiye girtin e, ji 4'ê Nîsana 2002'an û vir ve bênavber weşan dikir. Li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Amed, Wan, Şirnex, Riha û Agirî bi rêya buroyan bi sedan xebatkarên wê nûçe amade dikirin û veguherîbû çavkaniya bingehîn a weşanên mûxalîf. Heta niha bi dehan xebatkarên wê hatin girtin, 9 nûçegihanên wê hê jî di girtîgehê de ne, di dema şopandina nûçeyan de alavên ajansê ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. Ajans bi dirûşma "Ti carî tawîz ji rastiyan nayê dayîn" tevdigeriya.
ÊRÎŞ TI CARÎ KÊM NEBÛ
DÎHA di her serdemê de bû hedefa desthilatdaran. 2 sal piştî damezrandina xwe, di sala 2004'an de bi hinceta civîna bilind a NATO'yê ya li Stenbolê, polîsan avêtibûn ser navend û buroyên wê û hewl dabûn wê bêdeng bikin. Di vê serdegirtinê de bi dehan xebatkarên wê hatibûn binçavkirin. Êrîşa duyemîn a herî mezin jî di di 20'ê Kanûna 2011'an de pêk hat ku cemaetê tevî AKP'ê di bin navê 'Çapemeniya KCK'ê de operasyon kir û 48 rojnamevanên Kurd girt. Di encama vê operasyonê de 38 rojnamevan hatin girtin, ku nûçegihan û edîtorên DÎHA'yê jî di nav de bûn û bi salan li girtîgehê hatin girtin. Herî dawî ji 24'ê Tîrmeha 2015'an dema destpêkirina şerê AKP'ê û vir ve, malpera DÎHA'ê 48 caran bi biryara TÎB û BTK'ê ve hat girtin. Lê ajansê bi kêliyekê jî dereng nema û nûçeyên xwe gihand abone û xwendevanên xwe.
DI GELEK NÛÇEYAN DE EWILÎ MORA WAN HEBÛ
Şefê Ajansê yê Buroya Amedê Ferhat Çelîk da xuyakirin, ku AKP hewl dide bêhna hêzên mûxalîf biçikîne û destnîşan kir, wan 14 salan li dijî serdestan li cem gel cih girtine û ti carî tawîz ji pîvanên xwe nedane. Çelîk diyar kir, kevneşopiya çapemeniya azad bi înfaz, bombekirina avahiyên rojnameyan, girtn an jî gefxwarinê serî netewand û divê her kes zanibe, bi van rêbazan jî wê bêdeng nebe. Çelîk anî ziman, gelek bûyerên ku heta roja îro rojev diyar kirine, ji aliyê ajansa wan ve ji cîhanê re hatine ragihandin û got, "Bûyera 'zarokên baş' a li Şemzînanê, komkujiya Roboskî, skansala îstîsmara zayendî ya li Girtîgeha Pozanti, derewa li ser Şahîn Oner hat kirin, ku hatibû îdîakirin li Amedê ji ber teqîna teqemeniyê miriye, lê derket holê ku ji ber wesayîta polîsan a zirxî lê qelibî jiyana xwe ji dest da, N.Ç. a 13 salî ku li Mêrdînê 26 kesên polîs û leşker jî di nav de bûn, dest avêtin wê, provokasyona Tendurekê, qetilkirina Haci Lokman Bîrlîk, Dayika Taybet, Selamet Yeşîlmen, bi dehan mirovên li jêrzemînên wehşetê hatin qetilkirin, di destpêkê de ji aliyê DÎHA ve hatin ragihandin. Li binê van bûyeran û bi sedan bûyerên mîna van, ewilî mora me hebû. Me ji kesî ferman negirt û rastî yekser raxistin pêş çavan. Eger em nebûna wê hemû polîtîkayên qirêj ên dewletê, komkujiyên li gelê Kurd dihatin kirin, bihatina veşartin."
JI ME DITIRSIN
Çelîk girtina DÎHA'yê weke amadekirina zemîna zordarî û komkujiyên nû yên hikûmetê bi nav kir û anî ziman, ev amadekarî demeke dirêj e tê kirin: "Desthilatdariya ku derewa 'li welatê min azadî û demokrasî heye' li cîhanê belav dike, ji roja hate ser desthilatdariyê û vir ve ti carî nexwest dengekî dijberê xwe bibihîze. Bi şerê piştî sala 2015'an dijwar kir re, li dijî Kurdan û heval û dostên wan şerekî bêeman meşand. Gelek televîzyon, radyo û rojnameyên mûxalîf hatin girtin. Weke kuk tê zanîn ev 4 roj in li Amedê timî înternet tê birîn. Ev yek mînaka wê ye ku dewlet çiqasî ji me ditirse. Girtina ajansa me jî pêwendiya xwe bi van hemûyan heye. Naxwazin haya gel ji rastiyan hebe. Lê belê wê nikaribin li pêşiyê bibin asteng. Heta ku hevaleke/î me yê bi tenê jî bimîne, rastî wê ji gel re bê ragihandin. Em ê li qadê bin û li pey nûçeyn bin. Em ê nehêlin zimanê me, destên me kelebçe bikin."
DÎHA DENGÊ GEL E
Edîtorê Nûçeyên Kurdî yê Ajansê Mehmet Alî Ertaş jî diyar kir, dewlet bi polîtîkayên zext, zordarî û girtinê nikare bi ser bikeve. Ertaş destnîşan kir, serketiyê vê wê gelê Kurd be û got, "Gelek rojname û televîzyon hatin girtin, lê kevneşopiya çapemeniya azad dewam kir. Gelekî ku bi mirinê nikarîbûn bêdeng bikin, niha hewl didin dengê wî bibirin. Darbeyên siyasî û leşkerî kirin, lê bi ser neketin. Niha jî amadekiariya qirkirinê dikin. Dixwazin dengê gel bibirin. Bi girtina ajans û rojnameyan re nîşan dan ku ew dixwazin êrîşên mezintir bibin ser gel. DÎHA dengê Bakurê Kurdistanê bû. Lazim e gel ji van êrîşan re bêje 'êdî bes e'. Naxwe wê êrîşên mezintir werin. DÎHA dengê gel e. Divê gel xwedî li dengê xwe derkeve."
GELÊ KURD WÊ XWEDÎ LI AJANSA XWE DERKEVE
Ertaş got, "Gelê Kurd çawa ku xwedî li nirxên xwe derket, wê xwedî li ajans û rojnameyên xwe jî derkeve" û ragihand, polîtîkaya înkar û tinekirinê ya dewleta Tirk li ser gelê Kurd dewam dike. Ertaş bibîr xist, ku mîna 'operasyonên KCK'ê niha jî rewşeke bi heman rengî diqewime û got, "Mîna her demê, niha jî ji bo bêhiqûqiya xwe binixumînin rojname û ajansa digire. Di sala 2009'an de operasyoneke bi heman rengî ya siyasî dabûn destpêkirin. Lê belê çapemeniya azad bi hêza xwe ya berxwedêr bi ser ket. Îro jî em ê li dijî van êrîşan bi ser bikevin. Em ê ji rêya xwe venegerin."