Şebekeyên li Tirkiyeyê niha jî berê penaberan didin Îtalyayê

Piştî peymana Tirkiye-YE ya li ser penaberan, rêwîtiya koçberan a ber bi Yewnanîstanê kêm bû. Lê niha, li pêş çavên organên dewletê bazirganên mirovan berê penaberan didin Îtalyayê, ku ev rêwîtî bêhtir xetere ye.

Piştî peymana Tirkiye-YE ya li ser penaberan, rêwîtiya koçberan a ber bi Yewnanîstanê kêm bû. Lê niha, li pêş çavên organên dewletê bazirganên mirovan berê penaberan didin Îtalyayê, ku ev rêwîtî bêhtir xetere ye. Rayedarên Tirk ên ku her gotineke mûxalîf a li medya civakî ceza dikin, karê bazirganên mirovan ên bi rêya medya civakî dimeşînin, ji nedîtî ve tên.

Piştî ku peymana qirêj a navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiyeyê li ser penaberan ket meriyetê, bazirganên mirovan bi rehetî dixebitin û ketine nava lêgerînên nû. Şebekeyên ku piraniya wan li Tirkiyeyê ye, di ser medya civakî re ji bo mirovan bibin Îtalya, Bûlgarîstan û welatên din ên Ewropayê dixebitin.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ji 20'ê Adarê dema bicihhatina peymana navbera Tirkiye û YE û vir ve, hejmara penaberên hatine Yewnanîstanê ji sedî 24 zêde bû. Lê bi mehên biharê re dihat payîn ku ev hejmar gelekî zêdetir bûya. Ev yek nîşan dide, peyman ji hin aliyan ve bi bandor bûye.

Lê dîsa jî li gorî hejmarên IOM, hejmara penaberên ji 20'ê Adarê û vir ve berê xwe dane Îtalya, Qibris û Bûlgarîstanê ji sedî 300 heta 700'î zêde bûye.

Ji ber ku penaberên xwe bigihînin Yewnanîstanê wê ji nû ve li Tirkiyeyê bên vegerandin û welatên Balkanan jî deriyên sînorê xwe girtine, xuya ye bazirganên mirovan serî li rêyên alternatîf didin. Ji Spîegel Onlîne di nûçeya Ranîah Salloûm de bazirganên mirovan ên bi Erebî daxivin û dinivîsînin, bi torên medya civakî de ji bo çûyîna Îtalya û welatên din ên alternatîf 'reklam'ê dikin.

JI BO ÎTALYAYÊ 6 HEZAR, JI BO BÛLGARÎSTAN JÎ 2 HEZAR 500 EURO DIXWAZIN

Bazirganên mirovan ku piraniya wan li Tirkiyeyê ne, tê zanîn bi 'reklama' li ser medya civakî re ji xwe re muşteriyan dibînin. Ev kes jî ji bo penaberên ji Sûriye û Iraqê bibin Îtalya, Qibris an jî Bûlgarîstanê serê her şexsî ji 2 hezar 500 heta 6 hezar dolarî pere dixwazin.

Ji ber xeteriya rêwîtiya ber bi Îtalyayê ve, fikar hene ku li nava Derya Spî careke din dramên penaberan ên giran rû bidin. Rêya deryayî ya ji Tirkiyeyê heta Îtalyayê, li gorî giravên Yewanan, bi dehan qat dirêjtir e.