Sê ziman, sê jin û ‘Cîao Bella’

Hunermend Mizgîn Tahir, Îtzîar Îtûno û Erîca Boschîero li ser medyaya dîjîtal Cîao Bella strandin.

Bi wesîleya ku desthilatdariya Benîto Mûssolînî yê faşîst di 25’ê Nîsanê de hatiye hilweşandin, hunermenda Kurd Mizgîn Tahir, lîstikvana Le Casa De Papel  Îtzîar Îtûno û hunermenda Îtalyan Erîca Boschîero bi hev re strana Cîao Bella strandin. Ev stran bi Kurdî, Îspanyolî û Îtalyanî hate strandin.

Di klîba stranê de dîmenê partîzanên jin ên li dijî Mûsolînî cih digire. Wêneyên jinên berxwedêr ên di dema şoreşê de dişibin wekî wêneyên berxwedêrên jin ên li Rojava.

Hunermend Mizgîn Tahir ji bo vê stranê got ku “Li dinyayê gelek zilm heye lê li hemberî vê zilmê berxwedan jî heye. Berxwedan ji bo bedewkirina jiyanê ye. Her kes neçar e ku di nav jiyanê de li ber xwe bide. Berxwedan jiyan e.”