BI DÎMEN

Schûltz: Divê her du alî li maseya muzakereyê vegerin

Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûltz diyar kir ku pêvajoya aştiyê hêvî afirandiye û bang li aliyan kir ku li muzakereyê vegerin.

Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûltz diyar kir ku pêvajoya aştiyê hêvî afirandiye û bang li aliyan kir ku li muzakereyê vegerin.

Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûltz daxuyaniyeke kurt da ANF'ê û got, "Pêwîstiya me bi bidawîbûna şîdetê heye. Rêbaza herî baş jî ew e ku hemû berpirsyar li maseya muzakereyê vegerin. Pêvajoya aştiyê gelekî hêvî afirand, girîng e alî lê vegerin. Pêwîste her du alî tavilê şîdetê bisekinînin. Weke parlamenta Ewropayê em vê yekê dibêjin."