Saziyên li Rûsyayê Hefteya Lehengiyê pîroz kir

Saziyên Kurd ên li Rûsyayê bi daxuyaniyekê Hefteya Lehengiyê pîroz kir.

Otonomiya Kurd a Çanda Neteweyî, Yekîtiya Saziyên Civakî ya Kurd a Navneteweyî ûTevgera Jinên Kurd ên Navneteweyî li Federasyona Rûsyayê kar dikin, bi boneya Hefteya Lehengiyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê de lehengiyên mezin derketin û bi saya vê leheniyan gel ji nû ve vejiyan.
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku milîtanên Apoyî lehengiyên ku mînakên wê pir kêmin tên dîtin pêk anîn.Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Lehengiyên bi saya Mezlûman, Kemalan, Xeyriyan, Hakî Kareran, Ferhatan, Bêrîvanan, Bêrîtanan, Zekiyeyan û Zîlanan hate kirin ji bo bi hezaran milîtanên fedayî bûn rênîşander. Xeta bi pêşengiya PKK’ê re destpê kir belavî çar parçeyên Kurdistanê bû, îro jî dewam kir.”
Di dawiya daxuyaniyê de şehîdên Tevgera Azadiyê jî hatin bibîranîn.