Saziyên Şengalê li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rojiya mirinê û grevên birçîbûnê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de şoreşgerên ku li dijî tecrîdê canê xwe feda kirin hatin bîranîn û çalakiyên rojiya mirinê û grevên birçîbûnê hatin silavkirin.
Saziyên Şengalê bal kişandin ser hevdîtina 2'ê Gulanê ya parêzeran a bi Ocalan re û diyar kirin, pêkhatina vê hevdîtinê nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lewma bêdengiya li vê pêvajoyê û piştgirî nedana çalakgeran wê bibe piştgiriya ji bo pergala tecrîdê."
Saziyan destnîşan kirin, yekane rêya azadiyê bilindkirina têkoşînê û serxistina pêngava li dijî tecrîdê ye û diyar kirin, "Tecrîda heyî, tecrîdkirina tevahiya mirovahiyê, gelên azadîxwaz, bi taybetî tecrîdkirina gelê Şengalê ye."
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, wê sibe saet 13:00 li navçeya Sinûnê li dijî tecrîdê meşek bê kirin û bang li şêniyên Şengalê hate kirin ku bi xurtî tevlî meşê bibin.