Saziya Lêkolînê A&G: Pirsgirêka BDP'ê ya benda hilbijartinê nema ye
Saziya Lêkolînê A&G: Pirsgirêka BDP'ê ya benda hilbijartinê nema ye
Saziya Lêkolînê A&G: Pirsgirêka BDP'ê ya benda hilbijartinê nema ye
Li gorî daneyên Saziya Lêkolînê A&G'ê pirsgirêka BDP'ê ya bi benda hilbijartinê re nema ye û AKP'ê jî hin dengên xwe wenda kiriye.
Xwediyê Saziya Lêkolînê A&G Adîl Gur, bandora pêvajoya nû ya li ser partiyên siyasî, ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de destpêk, ji rojnameya Akşam'ê re nirxand.
Adîl Gur diyar kir, ku li gorî lêkolînên wan pirsgirêka BDP'ê bi benda hilbijartinê nema ye, AKP deng wenda kiriye, MHP'ê deng zêde kiriye û CHP jî di rewşeke zor û zehmet de ye.
Gur der heqê çareseriya pirsgirêka Kurd de got, "Ev yek ne pirsgirêka 30-35 salan a Tirkiyê ye, pirsgirêka sed salî ye. Lewma çareseriya vê pirsgirêkê jî bi sed rojî, mehekê, şeş mehan an jî salekê nabe. Ji bo vê pêwîstî bi demê re heye."
DENGÊN BDP'Ê MAYÎNDE NE
Gur îddîa kir, ku eger ew li pêşveçûnên dawî binêrin ev pêvajo bi kêrî BDP û MHP'ê hatiye û got, "Ev rewş mayînde ye yan na, emê di demên pêş de bibînin. Ya herî balkêş jî, zêdebûna dengên BDP'ê ye."
Gur axaftina xwe weha dewam kir: "Dengên BDP'ê dê mayîndetir bibe. Li gorî hilbijartinên sala 2011'an xuyaye MHP sê çar pûanan bilind bûye. BDP jî li gorî hilbijartinên sala 2011'an de sê çar pûanan li jorê xuya dike. BDP'ê heta niha dengên Kurdên li Kurdistan û bajarên Derya Spî yên mîna Mêrsîn û Edenê digirt. Lê niha xuya dike, ku di ser de dengê Kurdên li bajarên rojavayê Tirkiyê jî distîne. Ez dixwazim bi taybetî destnîşan bikim; emê vê zêdebûnê di hilbijartinên sala 2014'an de bi zelalî bibînin. BDP dê di hilbijartinê de pirsgirêka bendê nejî."
DENGÊN AKP'Ê KÊM BÛN, LÊ BELÊ...
Gur bal kişand ser kêmbûna dengên AKP'ê jî û destnîşan kir, ku helwesta neyînî ya mûxalefetê ya li dijî pêvajoya çareseriyê wê bandoreke erênî li dengên AKP'ê bike.
Gur rewşa CHP'ê jî bi vî rengî rave kir: "Di vê pêvajoyê de rewşa CHP'ê gelekî zor e. Ne welatî û ne jî serokên bajaran hînê nizanin ka Navenda CHP'ê der heqê pêvajoyê de çi bike. Di nava partiyê de pirsgirêka fêmkirin û têgihiştinê heye. Lewma karê CHP'ê gelekî giran e."