Sazî û dezgehên Êzîdî: Li dijî fermaneke nû em rabin ser piyan

Sazî û dezgehên Êzîdi bi daxuyaniyeke niviskî êrîşa dewleat Tirk a li ser Şengalê, li ser YBŞ'ê şermezar kirin û banga kirin xwedîderketineke mîna 3'yê Tebaxa sala 2014'an were kirin.

Sazî û dezgehên Êzîdî NAV-YEK, MŞD,HCÊ (Hevgirtina Ciwanên Êzîdî), HÊS (Hevbendiya Êzîdiyên Sûriyê), NÇÊ (Navenda Çanda Êzîdiyan), PADÊ bi daxuyaniyeke hevpar a niviskî êrîşa terorî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê ya 21'ê Çile ya 2022'an, ku encama êrîşê de şervanên YBŞ'ê Azad Êzdîn û Enwer Tolhildan şehîd bûn û hin jê birîndar bûne, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin êrîş bi armanca pêkanîna Peymana Hewlêr-Bexda ya 9'ê Cotmeha sala 2020'an e û bi van êrîşan dixwazin xweseriya Şengalê ji holê rakin.

Sazî û dezgehên Êzîdî bêdengiya dewleta Iraqê ya li bara êrîşan bi bîr xist, her wiha nêzîkatiya Iraqê û PDK'ê ya li bara peykerê Zerdeşt Şengalî hate bibîrxistin û hevkariya wan a bi dewleta Tirk re hate destnîşankirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, ''Berî çend rojan artêşa Iraqê bajarê Sinûnê li Şengalê bi hezaran leşkerî dagir kir. Wan dixwest li Asayîşa Êzdîxanê û  Polîsên Trafîkê ya girêdayî wan ferz bikin ku ji bajêr derkevin û çekên xwe deynin. Her wiha leşkerên wan 3 rojnamegerên xwecîhî bi tundî destgîr kirin.

Êrîşa îro li Geliyê Şilo berdewamiya komkujî û fermana 2014'an a li ser Êzdiyan e û rêze komkujiyên li ser pêşengên civak û xweseriya Şengalê ye. Em dizanin wê nebe êrîşa dawî jî, heya ku piraniya mirov û civaka navdewletî bêdeng bimînin, wê êrîş berdewam bin.

Em bang li hemû milet dikin ku di çalakiyên pêşiya me de cîhê xwe bigirin û hemberî fermanek nû li ser Êzdiyan,  weke a 03.08. 2014'an li wan xwedî derkevin.''

Bernaneya çalakiyê: 
22'yê Çile
Hannover,Stentorplatz,Demjimêr:14:00,
Bielefeld,Hauptbahnof,Demjimêr:15:00
Wilhelmshaven,Rammlerplatz:15:00