Sariyildiz: Ji bo pêşî li komkujiyên nû bê girtin, em bibêjin 'NA'
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Sariyildiz, ji bo pêşî li komkujiyên nû were girtin, bang li her kesî kir ku bibêjin 'NA'.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Sariyildiz, ji bo pêşî li komkujiyên nû were girtin, bang li her kesî kir ku bibêjin 'NA'.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), li bajarê Dragûîgnan ê li Başûrê Fransayê civîna gel li dar xist.
Civîna ku gelek kes beşdar bûn, bi rêzgirtinê dest pê kir.
Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz di civînê de axivî û rojev nirxand.
Sariyildiz got, "Eger bi referandûmê 'Erê' bi ser bikeve wê dîktatoriya Erdogan fermî bibe; û ev tişt wê bibe sedem ku li Kurdistanû Rojhilata Navîn zêdetir xwîn û hêsir werin rijandin. Ji bo ku komkujiyên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê dîsa rû nedin, divê her kes biçe ser sindoqan û dengê 'NA'yê bide."
Piştî pirs û bersivan, civîn bi dawî bû.