Sariyildiz, hevkariya leşkerên Tirk û DAIŞ’ê ji Davutoglu pirsî

Sariyildiz, hevkariya leşkerên Tirk û DAIŞ’ê ji Davutoglu pirsî

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz dîmen û wêneyên têkiliya leşkerên Tirk û çeteyên DAIŞ'ê nîşan didin û ji aliyê DÎHA'yê ve hatin weşandin ji Serokwezîr Ahmet Davutoglu pirsî. Sariyildiz ji Davutoglu pirsa, "Hêzên YPG û YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê xwe diparêzin leşker destûr nadin nêzî sînor bibin çima heman helwestê nîşanî çeteyên DAIŞ'ê nadin?" pirsî.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz dîmen û wêneyên ji aliyê DÎHA'yê ve yên têkiliya samîmî yên leşkerên Tirk û çeteyên DAIŞ'ê nîşan didin anî rojeva meclîsê. Sariyildiz der barê mijarê de ji bo Serokwezîr Davutoglu bibersivîne pirsname da. Sariyildiz, diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê Îlonê de bi sê aliyan de êrîş li Kobanê kir û hewl da ku qirkirinekê pêk bîne û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê yên polîtîkayên qirkirinê li hemberî gelan û baweriyan didin meşandin ji bo Rojhilata Navîn careke din ji nû ve bê dîzaynkirin ji aliyê hêzên navneteweyî û herêmê yên paşvemayî ve tên bikaranîn.Têkiliya çeteyên DAIŞ'ê yên dijmirovahî û hiikûmeta Tirkiyeyê hem di platformên neteweyî û hem jî yên navneteweyî de gelek caran tê rojeve."

Sariyildiz, bibîrxist ku têkiliya Tirkiyeyê û çeteyên DAIŞ'ê di 1'ê Cotmeha 2014'an de bi dîmenên ÎMC TV ên li sînorê Pirsûsê derketibûn holê. Sariyildiz, anî ziman ku têkildarî çeteyên DAIŞ'ê û leşkerên Tirk ên samîmî bi dîmen û wêneyên DÎHA'yê careke din hate piştrastkirin. Sariyildiz ji bo Serokwezîr Davutoglu bibersivîne ev pirs pirsîn:

"Der barê dîmenên DÎHA'yê yên têkiliya çeteyên DAIŞ'ê û leşkerên Tirk ên samîmî lêpirsîn hatiye vekirin? Leşkerên bi çeteyên DAIŞ'ê yên alav û amûrên welatiyên Kobanê talan dikin û dişewitînin wê cesaretê ji kê digirin? Helwesta hikûmeta we ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên li Rojhilata Navîn li hemberî gelan û baweriyan serî li rêbazên hov dide çi ye? Di raya giştî ya neteweyî û navneteweyî de Tirkiye piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê yên li Sûriye, Iraq û Rojava li hemberî civakê qirkirinên gelek mezin pêk tîne nêrîneke heye. Ev nêrîn çima her tim tê ziman? Rastiya vê îdîayê çi ye? Piştî van dîmenan ji bo raya giştî tatmîn bikin difikirin ku daxuyaniyekê bidin? Hêzên YPG û YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê xwe diparêzin leşker destûr nadin nêzî sînor bibin çima heman helwestê nîşanî çeteyên DAIŞ'ê nadin? Tirkiye heya niha li hemberî çeteyên DAIŞ'ê kîjan tedbîr girtine? Li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên Tirkiyeyê weke bargehe û nuqteya derbasbûnê bi kar tînin plansaziyeke we ya çalakiyan heye?"