Sarica: Ocalan bi fikrên xwe ji zû ve ev dîwar derbas kir

Yek ji parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica diyar kir ku komploya 15’ê Sibatê negihiştiye armanca xwe û muwekîlê wan Ocalan tecrîd serobin kiriye.

Yek ji parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica salvegera 21’emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re nirxand. Sarica diyar kir ku muwekîlê wan Ocalan armanca vê komployê baş fêm kiriye û got ku “Dema em îro li pişt xwe dinihêrin em dibînin ku tespîtên rêzdar Ocalan gelekî rast e.”

DI ŞEXSÊ OCALAN DE DAHATÛYA AZAD BÛ HEDEF

Sarica diyar kir ku di şexsê Ocalan de gelê Kurd di serî de dahatûya azad a hemû gelan bûye hedef. Sarica bal kişand ser vî tiştî ku Ocalan şablonên dîrokê yên sixte bi fikrên xwe yeko yeko hilweşandiye û her dem perspektîfên nû û rêyên çareseriyê pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn kiriye.

Sarica got ku “ Rêzdar Ocalan baş bi pergala mêtinger a hêzê hegemon û planên wan dizanî. Gelê Kurd ê ku di bin zextên rejîmên yekparêz ên netewe-dewletan û asîmîlasyonê de ye, di serî de, ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn her dem têkoşiya. Pozîsyona gelê Kurd a li her çar parçeyan baş analîz kir. Di vê pergala xerabe de, çand û nasnameyên cihê jî li ber talûkeyê bû. Gelê Kurd jî yek ji van nasnameyan bû. Rêzdar Ocalan li hemberî vê feraseta bi dîroka fermî dihat ferzkirin bi salan têkoşiya û têdikoşe.”

‘STRATEJIYA BINGEHÎN AŞTÎ Û SIYASETA DEMOKRATÎK’

Sarica diyar kir ku Ocalan perspektîf û teoriyeke nû pêşkêşî gelên li herêmê kiriye û teoriyên wî yên bi gelê Kurd dest pê kiriye, bi milyonan kes aniye ba hev. Sarica bal kişand ser vî tiştî ku stratejiya bingehîn a vê perspektîfa Ocalan aştî û siyaseta demokratîk e û hêzên hegemon ji vê stratejiyê aciz bûne û ji ber vê jî li ser Ocalan komployeke navdewletî hatiye kirin.

Sarica bal kişand ser vî tiştî ku di destpêkê de armanca komployê şerekî giran ê di navbera gelê Kurd û Tirk de bû û lê îro komplo bi polîtîkayên cihê didome.

Sarica bi bîr xist ku stûna herî girîng a komployê tecrîda li Îmraliyê ye ya ku 21 sal in didome û bi îzolasyona li ser Ocalan re nayê xwestin ku fikrên Ocalan xwe bigihîne gel û civakan. Sarica bal kişand ser vî tiştî ku stûneke vê bêhiqûqiyê welatên Rojava ne yên ku xwe wekî dergûşa demokrasiyê didin naskirin û stûna din jî Tirkiye ye. Sarica got ku “Tirkiye bi salan e li gorî hiqûqê tevnagere û hiqûqa xwe jî wekî amûreke bêhiqûqiyê bi kar tîne. Rêzdar Ocalan pergala tecrîda li Îmraliyê dişibîne Proto-Gûantanamoyê.”

‘YÊ  LI HUNDIR NE EW E, EM IN’

Sarica diyar kir ku komploya navneteweyî negiştiye armanca xwe. Sarica qala hevdîtina xwe ya piştî 8 salan a piştî grevên birçîbûnê ya ku pêşengiya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin.

Sarica got ku “Motîvasyon û enerjiya Ocalan gelekî zêde bû. Me dît ku tecrîda bi salan tu bandor li fikrên wî nekiriye.  Bi fikr, helwest û hêviya xwe dîwar derbas kiriye. Em li ser pêyan pêşwazî kir û me sohbet kir. Kesek nikare mehekê di nav tecrîdê bimîne lê li ser wî 21 salan tecrîd heye. Ligel vê jî tu tiştî bandor lê nekiribû. Berevajî vî tiştî wî fikrên xwe gelekî bi pêş ve biriye û gelekî serwextî pêvajoya polîtîk bû. Wekî ku ne ew, lê em ên li derve, em li hundir bûn. Qala qeydên li ser civakê, kêşeyên kesayetî û siyasî kir. Diyar kir ku tê xwestin hemû nirxên civakê bibin meta û guherandinek jî pêwist e.”

'DI AXAFTINÊN OCALAN DE BEDBÎNÎ TUNEBÛ'

Sarica diyar kir ku di axaftinên Ocalan de tu bedbînî tunebû û dixwest hêviyê bide me. Sarica got ku “Jixwe wî jî diyar kir ku wê Mansûrê Xelac tu carî dev ji lêgerîna edalet, azadî û heqîqetê bernede û gelek pêşniyaz li civak û siyasetmedaran kir. Sarica got ku, “Bi taybetî jî diyar kir ku divê gelê Kurd dîroka xwe baş nas bike û Kurdî hînî zarokên xwe bike. Civakeke ku dîroka xwe baş nizanibe wê nikaribe kêşeyên li ber xwe jî çareser bike. Diyar kir ku di siyasetê de jî dibe ku tevgerên tifaqî yên destûra bingehîn a demokratîk jî were avakirin. Piştî hevdîtinê motîvasyoneke mezin xwe li min girt û min xwest helwest û fikrên rêzdar Ocalan ji hemû cîhanê re qal bikim. Ji ber ku li Îmraliyê rastiyeke dîrokî heye ya ku tê xwestin were veşartin û ser wê were girtin.”

Sarica diyar kir ku modernîteya kapîtalîst îro di nav krîzeke mezin de ye û perspektîfên Ocalan ên li ser kesên azad, civaka azad û dahatûya demokratîk veguheriye rastiyeke şênber û paradîgmaya Ocalan girîngiyeke mezin bi dest xistiye. Sarica diyar kir ku qedera gelan ne di destê hêzên hegemon de ye û ew ê teqez rojekê ev girêk were vekirin.