Şaredariya Tetwanê herêma leşkerî kir parq

Şaredariya Tetwanê herêma leşkerî kir parq

Şaredariya Tatvanê li Bedlîsê û navçeyên wê dest bi projeya herî mezin ya parqan kir. Projeya ku wê ji aliyê şaredariya Tatwanê ve bê çêkirin li navenda bajêr herêmekî bi qasî 20472 m2 parq bê çêkirin. Li Bedlîsê projeya herî mezin ya parqê ye.

Parqa ku li ser rêya Tatwan-Xelat ku pêştir weke herêma leşkerî dihate bi karanîn bi giştî herêma bi karanînê 20 hezar metredamê derbaz dike.

Li parqa bajêr; 3 adet bûfeyên di mezinahiya 45 m², 3 kaq tesîsên gelek yên bi armanca sosyal di mezinahiya 720 m², hewza ku di mezinahiya wê 275 m², fiskeya cih ya 327 m² mezin, şanogeriya amfitî li ser 5300 m² hatî avakirin û wê forum cih bigire.

800 metre duwar li dora parqê bê lêkirin, 8 hezar û 200 m² cih şînkatî lê bê danîn, bi giştî herêma bê çêkirin 12 hezar 272 m² cih bigire.

Parqa ku projeya çêkirina wê di Îlona 2013’ê de hatiye destpê kirin girêdayî şert û mercên hewayê wê heya dawiya salê ger berdewam bike tê pilankirin ku bi giştî parq heya 2014’ê bê çêkirin.