Şandeya DBP û HDP’ê li PE’yê hevdîtin kirin

Şandeya DBP û HDP’ê li Parlamenta Ewropayê (PE) hevditinan dike. Di hevdîtinan de Ewropî li dijî kirinên dij demokratîk ên AKP’ê helwesta xwe nîşan didn.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek, Wekîla Êlihê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Nûnerê Konseya Ewropa yê HDP’ê Fayik Yagizay li Parlamentoya Ewropa xebatên dîplomatîk dikin.

Diyar bû ku şande bi Raportorê Tirkiyê yê PE’ê Katî Pîrî, bi Hevserokê Koma Keskan Ska Keller, bi Serokê Koma Yekîtiya Çepgir, rayedarên masaya Tirkiyê û gelek kesan re hevdîtin kiriye. Şandeyê diyar kir ku hevdîtin didomin û wiha got: ‘’Têkildarî girina hevşaredar ên HDP, DBP’ê, wekîl û rêveberan, rakirina destnedanê, desteserkirina şaredaran, polîtîkayên AKP’ê yên di pêvajoya referandûmê de û li dijî van helwesta xwe em bi muxatabê xwe re par ve dikin.’’

 ‘TÊ XWESTIN KU LI PÊVAJOYA AŞTIYÊ VEGER ÇÊBIBE’

Şandeyê diyar kir li Tirkiyê mafên giştî û sereke yên însanî hatine binpêkirin û muxatab jî bi vê dizanin. Şandeyê diyar kir ku ji ber rewşa heyî sazî û nûnerên Ewropî jî zêde bi fikar in û got, ‘’Hate gotin ku rêveberên Enqerê jî ku Tirkiyê jî xwe weke endamê Konseya Ewropa dibîne, rêgez û peymanên wî baldar be, guhdê xwe bide bangên makul ên van demên dawî, êdî dev ji polîtîkaya rageşiyê biqere û bi lez û bez ber bi pêvojaya aştiyê ve veger çêbibe.’’

Hate gotin ku şande li welatên cuda yên Ewropa xebatên referandûmê jî di nav de wê xebatên xwe yên dîplomatîk ên di nav vê çarçoweyê de bişopîne.