Şandeya BDP’ê roja şemiyê diçe Îmraliyê
Şandeya BDP’ê roja şemiyê diçe Îmraliyê
Şandeya BDP’ê roja şemiyê diçe Îmraliyê
Wezareta Dadê ya Tirk şandeya BDP’ê ku dê biçe Îmraliyê erê kir. Şandeya ku ji parlementerên BDP’ê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Altan Tan pêk tê dê roja şemiyê biçe Îmraliyê.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan duh gotibû ew ê bi Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn re têkildarî şandeya biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne bê cem hev. Hevditîna du êvarê dest pê kir heta derengî şevê berdewam kir. Piştî hevdîtinê serê sibê daxuyanî hate dayîn û heyet hate erêkirin û dê heyet şemiyê biçe Îmraliyê.
Di lîsteya BDP'ê ya ji Wezareta Dadê re hatî şandin navê Cîgira Serokê Koma BDP'ê ya Pervîn Buldan, Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan cih digirin.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku rayedarên wezaretê li wan geriyan û ji wan re gotin heyet dikare roja şemiyê biçe Girava Îmraliyê.