Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê rêza 1. a Mêrdînê Prof. Mîthat Sancar diyar kir ku dilê hikûmetê nîne di mijara pêvajoya çareseriyê de gavê biavêje. Prof. Sancar da xuyakirin ku ew di pêvajoyeke derfetê dide veguherîna demokratîk de tevlî hilbijartinan dibin û û destnîşan kir ku eleqeya HDP lê rast tê jî nîşaneya vê yekê ye. Prof. Sancar anî ziman ku dem hatiye ew vê eleqeyê veguherîne dengan.
Di lîsteya HDP'ê ya ku xwe amade dike bi namzetên ji hemû beşên civakê tevlî hilbijartinên giştî yên 2015'an bibe de, akademîsyenên bi xebatên xwe yên li ser demokratîkbûyînê tên naskirin, balê dikşînin. Yek ji van akademîsyenan jî namzetê rêza yekemîn ê Mêrdînê Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Mîthat Sancar e, ku bi eslê xwe Ereb e.
Prof. Sancar ê di sala 1963'an de li li navçeya Mêrdîn Nisêbînê ji dayik bû, piştî ku ji Lîseya Mamosteyan a Amedê mezûn bû, Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qedand. Prof. Sancar ku di mijara pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyînê de xebat meşand, di sala 2007'an de bû Profesor. Prof. Sancar ê niha li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê hîndekar e, xwedî du pirtûkan e. Prof. Sancar der barê pêvajoya çareseriyê de di Heyeta Aqilmendan de jî cih girtibû.
Prof. Sancar der barê pêvajoya hilbijartinê û armancên xwe de bersiv da pirsên ANF'ê. Prof. Sancar destnîşan kir ku ew ê bi lîsteya namzetên ji hemû gel û baweriyên Mêrdînê re temamiya 6 namzetên xwe bibin meclîsê.
Hilbijartinên giştî yên 2015'an li pêvajoyeke gelekî krîtîk rast tê. Hûn dikarin armanca xwe û bandora hilbijartinan a li ser pêvajoyê binirxînin?
Hilbijartinên giştî li demeke gelekî krîtîk rast tê. Dibe ku ev hilbijartin weke hilbijartina herî girîng a dîroka Tirkyeyê were dîtin. Ev yek ji gelek aliyan ve bi vî rengî ye. Beriya her tiştî pêvajoya çareseriyê heye û bi gelek kêmasiyan re tê meşandin. Bi gelek tecrûbeyên xwe re em dizanin ku dilê hikûmetê nîne di vê mijarê de gavê biavêje. Em dizanin ku hikûmet bi polîtîkayeke ku dixwaze ji vê pêvajoyê avantajan bi dest bixe, nêzîk dibe. Yan jî bi qasî ku bi kêrî hikûmetê bê, dixwaze pêvajoyê bimeşîne.
Halbûkî pêvajoyeke ku ji hesabên siyasî yên demkurt re bê qurbankirin, nîne. Divê weke bûyereke ku ji gelek aliyan ve Tirkiyeyê diguherîn, were dîtin. Ji ber ku bi deklarasyona Ocalan a ji 10 xalan re tê destnîşankirin ku çareseriya demokratîk ne tenê dayîna mafên Kurdan e. Di vê pêvajoyê de armanca tevgera siyasî ya Kurd, demokratîkkirina Tirkiyeyê, azadkirina gelên Tirkiyeyê û zêdekirina derfetên aştiyê yên li Rojhilata Navîn e. Lê belê hikûmet bi vî rengî li vê mijarê nanihêre. Du rê hene ku hikûmetê dehfî avêtina gavê bide; ya yekemîn vegera li ya berê ye. Tevgera Siyasî ya Kurd gelek caran ragihand ku ew naxwaze li rewşa berê vegere. Di vegera li ya berê de mebesta min ji nû ve destpêkirina çalakiyên çekdarî ye. Tevgera Kurd vê naxwaze.
Ya din jî temsîliyeteke xurt a demokratîk e. Destekeke xurt a civakî ye. Ev hilbijartin ji ber vê yekê krîtîk e. Yanî eger HDP destekeke xurt a civakî werbigire û HDP tesmîliyeteke xurt a bi bandor biafirîn, wê demê wê pêwîstî pê nemîne ku ev pêvajo ji vê hikûmetê re yan jî ji hikûmetên cuda re bê hiştin. Wê gel vê çareseriyê ferz bike, bi xwe berpirsyariyê hilgire ser milê xwe, bi xwe xwedî lê derkeve û bimeşîne. Ji ber vê yekê em di pêvajoyeke ku derfetê dide veguherîna demokratîk de tevlî hilbijartinan dibin. Eleqeya HDP lê rast tê jî nîşaneya vê yekê ye. Mesaj ji gelek cihan hat wergirtin, niha dem hatiye em vê mesajê veguherînin dengan.
"MÊRDÎN WÊ BIBE HÊZA MOTORÊ YA VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK"
Hûn ji Mêrdînê bûn namzet. Der barê hilbijartinê de bendewariyên we ji Mêrdînê çi ne?
Namzetiya min a ji Mêrdînê, li wateya vê pêvajoyê tê. Ji xwe ez ji Mêrdînê me. Ji gelê Ereb im. Bi qasî Erebî bi Kurdî dizanim û jê hez dikim. Bi dîtina min hemû çandên li vê derê bandor li avabûna nasnameya min kirine. Mêrdîn laboratûvara Mezopotamya û Rojhilata Navîn e. Eger projeya veguherîna demokratîk wê li cihekî bikeve nava tevgerê, laboratûvar û hêza motorê ya vê yekê wê Mêrdîn be. Ji xwe lîsteya Mêrdînê jî di çarçoveya vê ferasetê de hatiye amadekirin. Lîsteya me temsîliyeta hemû pêkhateyan dike. Ez vê yekê ne tenê weke gotineke ji bo xebatên hilbijartinê yên li Mêrdînê tînim ziman, di rastiyê de jî bi vî rengî ye. Mêrdîn di mijara veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê de dikare bibe motor û modela mînak. Ji ber vê yekê hilbijartinên li tevahiya Tirkiyeyê girîng in, lê Mêrdîn di navenda vê de cih digire.
Li Mêrdînê ji bilî Kurdan gelên din dengê xwe bi giranî didin partiyên sîstemê. Di vê hilbijartinê de ji bo ev rewş were guhertin hûnê çi bikin?
"EM Ê DÎWARÊN DI NAVBERA GELAN DE HATINE LÊKIRIN HILWEŞÎNIN"
Ji bo gel û baweriyên cuda yên li Mêrdînê dijîn, HDP ji aliyê siyasî ve peyama pêwîst dide. Lê belê ji ber kêmasiya danûstandinê, ev peyam baş nagihêje cihê xwe. Partiyên beriya niha yên tevgera siyasî ya Kurd jî, HDP jî di danûstandin û têkiliyeke xurt a bi gelan re zehmetî kişandin. Ev yek dibe ku ji her du aliyan be. Bê guman ev gelên li derveyî Kurdan bi salane xwedî navberekê ne. Dibe ku şikandina vê zehmet be. Lê bi dîtina min di navbera gelan de dîwarekî gelekî mezin nîne. Weke mirovekî ku heta temenê xwe yê ciwan li vir jiya ye, bi dîtina min em dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Bi xebatên xwe yên di vê demê de em ê vê pirsgirêkê çareser bikin. HDP hewl dide nêrîna xwe ya jiyana wekhev û bi hev re li tevahiya Tirkiyeyê belav bike. Armanc jî ji xwe ev e. Fonksiyona HPD'ê ya li Mêrdînê jî, afirandina van têkiliyan e ji bo hilweşandina dîwarên hatine lêkirin. Bi kêfxweşiyeke mezin ez ê ji bo afirandina van têkiliyan wezîfeyên xwe bicih bînim. Eger daxwazeke min e û eger di vê mijarê de tevkariyeke mein çêbibe, ez ê gelekî kêfxweş bim.
Hûnê xebateke bi çi rengî li Mêrdînê bimeşînin?
"EM Ê LÎSTEYA XWE BI HEMÛ NAMZETAN RE DERBASÎ MECLÎSÊ BIKIN"
Li Mêrdînê em xwedî îdîayeke mezin in. Em ê nêrînên xwe bigihînin gel û baweriyên li Mêrdînê û destekeke mezin a civakî werbigirin. Em ê her 6 namzetên xwe yên li Mêrdînê bişînin meclîsê. Ev yek ne gotineke ku di hilbijartinê de em dixwazin moralê bidin hilbijêrên xwe ye. Eger em karibin bi rêbazeke rast têkiliyeke baş deynin, em ê dîwarên sûnî yên hatine lêkirin hilweşînin. Em ê gelên Mêrdînê bi temsîliyeteke berfireh bigihînin meclîsê. Lîsteya me ya hemû rengên Mêrdînê temsîl dike, wê bi temamî biçe meclîsê. Bila gumana kesî ji vê nebe.