Sancar: Em ê xwedî li mîrateya Apê Mûsa derkevin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, aşkera kir ku bêcezahiştin li Tirkiyeyê polîtîkayeke dewletê ye û got: “Em ê mîrate û dengê Apê Mûsa her dem bidin jiyankirin.”

Piştî biryara derbarê doza qetilkirina Mûsa Anter de li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dayîn, girseyê xwest daxuyaniyê bide. Kesên tev li dozê bûn, xwestin li ber Deriyê D yê Edliyeyê daxuyaniyê bidin, hêzên dewletê destur nedan. Girseyê piştre xwest li cihekî din ê edliyeyê daxuyaniyê bide. Polîsan Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û wekîl ji girseyê qut kirin û girseya ji parêzer û saziyên sivîl pêk dihat, dorpêç kir.

Piştre di navbera polîs û girseyê de gengeşiyê demek dirêj dewam kir û piştre ji bo daxuyaniyê bidin, derbasî Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê bûn.

Li ber deriyê A yê Edliyeyê, bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Serokê Gişî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter, endamên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê û wekîlan daxuyanî hat dayîn.

‘DIVÊ BIRYARA DEMBORIYÊ NEHATA DAYÎN’

Sançar aşkera kir ku di dosyaya Musa Anter de biryareke suprîz derneketiye û wiha axivî: “Wekî ku em li bendê bûn, biryara demboriyê hat dayîn. Divê ev ji du aliyan ve bê nirxandin. Di warê hiqûqî û polîtîk de. Ne hewce bû dadgehê biryara demboriyê bidaya. Ji ber ku ev kuştina ji rêzê nayê dîtin. Biryara vê kuştinê bi awayekî plankirî di nava dewletê de hatiye kirin. Ji bo wê divê wekî sûcekî li dijî mirovahiyê bihata qebûlkirin. Hiqûqa gerdûnî vê yekê wiha emir dike. Lê dadgehê li gorî vê yekê tevnegeriya û bi hinceta 30 sal bi ser re derbasbûye, doz xist.”

‘BÊCEZAHIŞTIN POLÎTÎKAYEKE DEWLETÊ YE’

Sancar destnîşan kir ku ev demek dirêj e ku politikaya bêcezahiştinê, bi hinceta demboriyê dixin jiyanê û wiha pêde çû: “Bêcezahiştin li Tirkiyeyê polîtîkayeke kûr a dewletê ye. Dema ku pêwîstiya wan pê çêdibe, dixin dewrê. Desthilatdariya AKP û MHP’ê jî wekî hikûmetên berî xwe, ev polîtîka li borî xwe bi kar anîn û tînin. Di serî de doza Mûsa Anter û gelek dozên wekî vê dozê, di bin navê demboriyê de xistin. Ev polîtîkayeke bêcezahiştin e.”

Sancar bi lêv kir ku hemû rastiyên di doza Mûsa Anter de li holê ne û piştrast kir ku ev ji hê peywirdarên dewletê ve hatine kirin. Sancar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çarçoveya lêkolîn û raporên Komîsyona Meclîsê de jî rastiya vê qetilkirinê hatiye nivîsandin. Divê ev doza di 30 salan re nehata hiştin û bi vî awayî nehata xistin.” Sancar berxwedana Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan jî bi bîr xist û diyar kir ku ev berxwedan û têkoşîn gel jî bi her awayî ji hê dawletê ve tê asteng kirin.

‘DÊ TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ DEWAM BIKE‘

Sancar derbirî ku dê têkoşîna heqîqetê bi her awayî berdewam bike û wiha got: “Dibe ku îro ev dosya hatibin gitin. Lê dê ev şert û merc biguherin, kesên ku di nava vê pergala sûç de cih girtiye dê hesab bidin. Ev têkoşîna ji bo edaletê dê bi her awayî li dijî van rêxistinên sûc ên di nava dewletê de bimeşe. Dê yek bi yek sûcên ku kirine, bên derxistin û hesab ji wan bên pirsin.”

‘EM Ê BIBIN DENGÊ APÊ MÛSA‘

Sancar di dawiya axaftina xwe de got ku dê her kes serkeftina kesên ji bo heqîqet, edalet û demokrasiyê têdikoşe bibîne û wiha axivî: “Dê ev rûpel bi têkoşîna hemû hêzên demokrasiyê bê vekirin. Dê ji nûve avakirinek teqes pêk bê. Em û kesên pey me tên, dê xwedî li mîrate û denge Apê Mûsa derkeve. Ev ji bo me ferman e. Dê têkoşîna me ya heqîqet û edaletê bi her awayî bidome.”