Semsûr, Dîlok û Gurgumê jî Newroz pîroz kirin

Li Semsûr, Dîlok û Gurgumê deh hezar kes herikîn Qada Newrozê.

Cejna Newrozê li Semsûrê li Qada Newrozê ya li Taxa Mîmar Sînan hate pîrozkirin. Gelê ku di saetên sibê de bi cil û bergên gelerî berê xwe dan qadê.

Di dema Dayikê Aştiyê agirê Newrozê pêxistin, girseha ku her ku çû hejmara wan zêde bûn, li ber duhol û zirneyê govend gerandin. Piştî axaftina ji aliyê Komîteya Amadekariyê ve hate kirin û şûnde Hevseroka HDP’ê ya bajêr Hayriye Korkmaz cejna girseyê pîroz kir, berxwedan silav kir. Endama PM’ê ya HDP’ê Bedriye Yorgun jî berxwedana Efrînê silav kir.

Bernameya Newrozê bi strandina helbest û gerandina govend û qîrkirina dirûşman ve bi dawî bû.

DÎLOK

Li Dîlokê jî Newroz bi şîara “Newroz Berxwedan e, li dijî faşîzmê buhara gelan e” hate pîrozkirin. Newroz ji aliyê HDP, DBP, EMEP, Partiya Kesk û Sor, SYKP û Meclîsa 78’an a Dîlokê ve hate lidarxistin. Gel di saetên sibê de bi cil û bergên gelerî bi berê xwe dan qadê.Gelê ku hatin qadê ji 3 aliyan ve pişt kontrolkirinê ketin qada Newrozê. Xwendekarên ku bi cilên dibistanê hatin Newrozê polîsan bi gotina qedexeye rê nedan ku bikevin qadê.

Qada ku ji mirovan tije bûyî dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Efrînê” qîr kirin.

Bernameya pîrozbahiyê bi pêxistina agirê Newrozê ya ji aliyê Parlemeter Mahmût Togrûl ve destpê kir. Piştî agir hat pêxistin girseyê li gel stranan govend gerandin.

Di pîrozbahiya Newerozê de endamê MYK yê HDP’ê û Berdevkê Komîsyona Kedê Ridvan Tûran,Rêveberê Navenda Giştî ya EMEP’ê Dondu Taka Çinar, Parlemeter Mahmût Tugrul axivîn.

Piştî axaftinan pîrozbahî bi gerandina govend û qîrkirina dirûşman ve bi dawî bû.

GURGÛM

Li Gugumê jî agirê Newrozê li taxa Narli, Bazarcik û Elbîstanê hatin pêxistin. Di pîrozbahiyê de berxwedana Efrînê hate silavkirin.