Samiyên ku Swêd bi nîjadperestiyê sûcdar kirin, serî li NY’ê da

Samiyên ku Swêd bi nîjadperestiyê sûcdar kirin, serî li NY’ê da

Konseya Samiyan, daxuyaniyek da û diyar kir ku wan ji bo ku hikûmeta Swêdê destur daye  şîrketa bi navê ‘Nîckelmountaîn’ ya herêma Vapsten a Laponayayê ku 3 kanên madenên veke,  bê cezakirin serî li Komîteya Rakirina Newekheviya Nîjadê ya Netewên Yekbûyî (CERD).

Di serlêdanê de hat diyar kirin ku herêma ku kanên madelê lê tê vekirin, di nava gundê Samî de ne û tê gotin ku herêm bi vî awayî dê li du beşan bê veqetandin û dê cihê xezalan  teng bike. Tê gotin ku ev hewldan li dijî çavkaniyên debara samiyane û wek nîjadperestiyê tê nirxandin.

Hikûmeta Swêdê ji serê vê salê de qanûna nû ya ‘Qanûna madenê’ kir meriyetê.  Hikûmeta Swêdê li gorî vê qanûnê beyî ku ji Samiyan û kesên xwedî erdan bipirse destura vekirina kanên madenê dide. Salê nêzî 200 serlêdanên bo avakirina kanên madenê dibe. Li dijî di 6 salên dawî de hezar 479 kesên xwediyên erdan û sedan gundên Samî ji bo destura vekirina kanên madenê bê betalkirin serlêdanan dike lê serlêdanên wan hemû tên redkirin.

Hefteya borî Komîteya Rakirina Newekheviya Nîjadê (CERD) ya NY’ê li Cenevreyê civiya   da zanîn ku qanûna madenê ya nû ku hikûmeta Swêdê kiriye meriyetê, mafên gelên herêmê naparêze û li dijî Peymana ILO ya Netewên Yekbûyî ye. Komîteyê,  hikûmeta Swêdê ji ber ku  li dijî mafên gelên Samî rêzdarî nîşan nedaye û destur dabû vekirina ka madenê, sûcdar kiribû.