SAMER, "pakêta demokratîkbûyînê" pirsî

SAMER, "pakêta demokratîkbûyînê" pirsî

Di lêkolîna SAMER'ê ya li herêmên Kurd lê dijîn de, ji sedî 66,7 ê beşdaran di wê baweriyê de ne ku "pakêta demokratîkbûyînê" bersivê nade daxwazên civakê. Der heqê pirsa; pakêt dê bi kêrî çareseriya pirsgirêka Kurd were yan na de, bi tenê ji sedî 17,4 ê beşdaran bersiveke erênî dan. Beşeke girîng a beşdaran jî xwestin derfetên têkilî û ragihandinê yên Ocalan werin zêdekirin.

Navenda Lêkolîna Civakî û Siyasî (SAMER) li navenda 22 bajarên 2 herêmên bi giranî Kurd lê dijîn, bi mijara "pakêta demokratîkbûyînê" ya ji aliyê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ve hat aşkerakirin, lêkolînek civakî kir. Di lêkolîna SAMER'ê ya li 3171 malan a rû bi rû de, ji sedî 67,2 ê beşdaran weke Kurd, ji sedî 21,1 xwe Tirk û ji sedî 2,2 jî xwe weke Ereb bi nav kirin. 

RÊJEYA MIROVÊN JI PÊŞKETINAN BI HÊVÎ BÛN JI SEDÎ 74'AN DAKET JI SEDÎ 29'AN

Di lêkolîna SAMER'ê de diyar bû ku hejmara mirovên ji pêşketinên 'pêvajoya çareseriyê' bi hêvî bûn kêm bûye:

"Heman piştî peyama Ocalan a li Newrozê, di lêkolîna meha Nîsanê ya SAMER'ê de ji sedî 74,2ê beşdaran bi hêvî bûn ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de dê pêşketinên baş çê bibin. Di lêkolîna meha Cotmehê de ev rêje daket ji sedî 39,6'an.
Di lêkolîna SAMER'ê ya meha Nîsanê de ji sedî 53,8'ê beşdaran xwedî bawerî bûn ku hikûmet der barê çareseriya pirsgirêka Kurd d xwedî projeyên berçav in, lê belê ev rêje di lêkolîna dawî ya meha Cotmehê de daket ji sedî 32,3'an."

YÊN KU PAKÊTÊ JI BO ÇARESERIYÊ TÊRKER DIBÎNIN BI TENÊ JI SEDÎ 17 YE

Di lêkolînê de, ji bo pirsên li ser "pakêta demokratîkbûyînê" de ji sedî 66,7 ê beşdaran di wê baweriyê de ne ku pakêt bersivê nade daxwazên civakê. Di pirsa li ser têrkeriya pakêtê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de ji sedî 17,4 ê beşdaran bersiva erênî dan. Di lêkolînê de, rakirina qedexeya sernixumandinê û rakirina sonda xwendekaran piştgirî dît.

Perwerdeya bi zimanê dayikê ya li dibistanên taybet ji aliyê ji sedî 76,5'an bi neyînî hat pêşwazîkirin. Li gel vê yekê ji sedî 91,4'ê beşdaran diyar dikin ku derfetên wan nîne ku zarokên xwe bişînin dibistanên taybet.

Di lêkolîna SAMER'ê de ji bo pirsa 'bila di pakêta demokrasiyê ya pêş de kîjan daxwaz cih bigirin' ji sedî 74 ê beşdaran xwestin statuya Kurdan di pakêta demokrasiyê de bê naskirin, ji sedî 74,8 ê beşdaran xwestin perwerdeya bi zimanê Kurdî li dibistanên dewletê bê dayîn, ji sedî 71 ê beşdaran xwestin zimanê Kurd weke yek ji zimanên fermî bê qebûlkirin, ji sedî 68,9 ê beşdaran xwestin xweseriya demokratîk, ji sedî 71,3 ê beşdaran efûya giştî xwestin û ji sedî 76,7 ê beşdaran xwestin rêveberiyên herêmî bên xurtkirin.

Dîsa ji sedî 64,2 ê beşdaran polîtîkaya hikûmetê ya li hemberî Kurdên li Sûriyê nebaş dîtin.

DIVÊ DERFETÊN TÊKILÎ Û RAGIHANDINÊ YÊN OCALAN WERIN ZÊDEKIRIN

Di lêkolînê de ji sedî 70 ê beşdaran dixwazin derfetên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên zêdekirin, ji sedî 63,8 ê beşdaran gotin divê Heyeta Mirovên Aqilmend bi Ocalan re hevdîtinê bike.