Salih Muslim: Heta mafê Kurdan neyê nasîn, em rê nadin firotina petrolê
Salih Muslim: Heta mafê Kurdan neyê nasîn, em rê nadin firotina petrolê
Salih Muslim: Heta mafê Kurdan neyê nasîn, em rê nadin firotina petrolê
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji rojnameya El Haeyat a ku li Londonê weşanê dike re axivî û geşedanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nirxand. Muslim diyar kir ku heta lihevkirineke siyasî bi beşên din ên muxalefetê re pêk neyê, mafên Kurdan neyên nasîn ew rê nadin firotina petrolê. Muslim diyar kir ku 15 hezar şervaên perwerdekirî û bi rêxistinkirî yên YPG’ê hene û herêmên Kurdan diparêzin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Endamê Desteya Bilind a Kurd (DKB) Salih Muslim ku hevpeyvînek da rojnameya El Haeyat a li Londonê weşanê dike, geşedanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nirxand.
Muslim diyar kir ku tu pirsgirêkên wan bi Desteya Bilin a Kurd re tune ye û got: “Pirsgirêk û nakokî di nav Encûmana Niştimanî a kurd de hene, herweha destnîşan kir ku Meclisa Gelê a Rojava ji bo Hewlêrê hatiye vexwendin û şandeyeke meclisê wê ji bo ravekirina têkiliyên di navbera herdû meclisan de her Hewlêr.”
Mislim diyar kir ku ew Partiya Azadî di nava Desteya Bilind a Kurdan de napejirînin û got: “Li Partiya Azadî li dadgehê doz hatiye vekirin. Lewma ew hebûna vê partiyê di Desteya Bilind de napejirînin.”
Muslim bersiv da îdîayên ku dibêjin “Hêzên rejîmê ji herêmên bakûr û rojhilatê Sûriyeyê vekişiyan û destûr dan ku herêm bikevin destê YPG’ê” û got: “Hêzên rejîmê ne bi dilê xwe, di bin zextan de vekişiyane". Muslim diyar kir ku hêzên YPG’ê bi eşîrên herêma bakur û rojhilat re ketine têkiliyan û diyar kirine ku YPG’ê dê hemû pêkhateyên herêmên biparêzin û li dijî rejîmê derkevin û got: “Ji bo rêvebirina herêmê, komîteyên hevbeş hatine avakirin û şerê me bi rejîmê re ye, ne bi eşîran re".
Di derbarê biryara Yekîtiya Ewropa ya ji bo kirîna petrola Sûriyeyê de Mislim got ku 60% yê petrola Sûriyeyê di bin kontrola YPG’ê de ye û biryara firotinê di destê Desteya Bilind a Kurd de ye.
Muslim derbarê çareseriya nakokiyên li Sûriyeyê de desnîşan kir ku rêbazên tundiyê bi ser neketin tişta ku niha dibêjin ne têkoşîna ji bo demokrasiyê ye, lê belê bûye şerê ji bo desrhilatê ye, çareserî wê siyasî bê, bi lihevhatineke navnetewewî, herêmî, li ser rêbazên aştiyane wê çareserbibe.