Salih Muslim: Dijwariya Sûriyeyê sucê Tirkiyeyê ye
Salih Muslim: Dijwariya Sûriyeyê sucê Tirkiyeyê ye
Salih Muslim: Dijwariya Sûriyeyê sucê Tirkiyeyê ye
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ji ber dijwariya Sûriyeyê Tirkiyeyê suçdar kir. Muslim diyar kir ku Tirk destekê didin komên cihadxwaz û ev jî dibe sedem ku li Sûriyeyê bûyerên şiddetê zêde bibin.
Li gorî nûçeyekî AFP'ê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li Parîsê di civînekî çapameniyê de axivî û van peyaman da: "Tirkiye şoreşa Sûriyeyê ji rê derxist û di rûyê Tirkan de şoreş rengekî leşkertî wergirt, hikûmeta Tirk jî destekê da komên ku cihadê dixwazin."
Muslim destnîşan kir ku Tirkiyê tevlî karê hindur ê Sûriyeyê dibê û wiha axivî: "Tirkiye yi gorî berjenwendiyên xwe dixwaze li ser rewşê bandorê bike. Tirkiye bi şertê ku nebin hevalbendê Kurdan, destekê da muxalefeta Sûriyeyê. Wekî mînak koma cihadxwaz El Nusra ji aliyê Tirkiyeyê ve tê destek kirin. Daku rejîma Baas têk here emê Artêşa Azad a Sûriyeyê bixebitin."