Salih Muslim bi Kurdên li Rûsyayê re civiya

Salih Muslim bi Kurdên li Rûsyayê re civiya

Hevserokê Partiya Yekitya Demokratîk (PYD) Salih Mulim li Moskowa bi Kurdistaniyan re di civînekê de hat cem hev. Ji bo ku pêşveçûnên siyasî, rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê, alikariya bi heremê re hatiye kirin û mijarê ji hêla Kurdistaniyan ve tê mereqkirin li Mala Kurda civînek hat lidarxistin. Di civînê de Muslim pêşveçûn dawî bi Kurdistaniyan re par vekir û xalên ku ji hêla Kurdistaniyan ve tên mereqkirin bersivand. Muslim di civînê de got: “ji bo me tişta herî girîng serkeftina gelê me ye. Ji bo deskeftiyên li heremê hatine bidestxistin çi pêwîst be em ê bikin”

Hevserokê PYD Salih Muslim ji bo beşdarî 3. Konferansa Netewî ya ku bi navê “Di çareserkirina pirsgirêka Kurd de rola Rojhilatanavîn a Demokratîk” ku dê 29 Nîsanê li paytexta Rûsya Moskowayê bê lidarxistin de hat Moskowayê. Muslim beriya ku beşdarî konferansê bibe doh êvarî saet di 19.00’dan de li Mala Kurda li ser pêşvecûnên  siyasî, rewşa gelê heremê, tekiliyên di navbera partiyên heremê de û gelek xalên din yê ji hêla Kurdistaniyan ve dihatin mereqkirin  bi Kurdistaniyan re civînek gel li dar xist. 

Di civînê de Muslim da diyarkirin ku ew ji bo serkeftina gel xebat didin meşandin û got: “Beriya du salan dema serhildana dest pê kir kesî hevî nedikir ku dê Kurd ewqas bi rêxistin tevbigerin. Lê van du salan da nişandan ku îro li Sûriyeyê hêza herî bi rêxistin û dizane ji bo çi têdikoşe gelê Kurd e. Ji bo vê yekê gelek hêzên derve dixwazin yekîtiya me xira bikin û di aloziyê têxin nav me. Pêwîste em rê nedin van listikan û em xwe li gor serkeftina gelê xwe rêxistin bikin. “

‘KURDAN JI HER ALIYÊ CÎHANÊ ALÎKARÎ ŞAND ROJAVA’

Li ser alikariya bi Rojavayê Kurdistanê tê kirin Muslim got: “Di rojê herî zehmet de Kurdistaniya birayê xwe bi tenê nehiştin. Kurdan ji her aliyê cîhanê alîkarî şand Rojava. Ev yek ji bo me pir bi wate ye. Ev alîkariyên ku hatine heremê bi awayekî rêkûpêk ji hêla komîteyan ve li gor pêdîviyan hat belavkirin.”

ROLA YPG Û PYD

Muslim li ser rola YPG û PYD jî got: “Li Sûriyê de niha rewş zêde baş nîne. Ji bo em bikarin gelê xwe biparêzin pêwîstiya me bi hêzê leşkerî heye. Ev hêz YPG ye. Îro YPG xwe li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî xurt rêxistin kiriye û nahêle zext li Kurda bê kirin. Ger îro YPG neba dê herêma Kurdan ewqas bi ewle neba. PYD jî hêza Kurdan a siyasî temsîl dike. Ger hêza te ya leşkerî hebe ya siyasî nebe nabe. Pêwîste tu xwe di qada navnetewî jî rêxistin bike. Ev yek jî bi rêxistinên siyasî yanî bi partiyan dibe. Rola PYD’ê eve. Îradeya gelê Rojava ya sîyasî PYD temsîl dike.

XEBATÊN DESTEYA BILIND

Li ser gotinên “di nav endamên Desteya Bilind de nakokî hene” Muslim got: “ji PYD û Meclîsa gel pênç hevalê me di konseya bilinde cihê xwe digrin. Konseya bilin ji 10 kesan pêk tê her pênç hevalê me heya niha tiştê dikeve ser milê wan çibe kirine. Lê ji ber endamên konseyê yên din nizanin çi dixwazin û her yek girêdayî rêxistinek din e di navbera wan de carna nakokî derdikevin. Lê ev nakokî ne di astek wisa mirov bêje li pêşiya xebatê bibe asteng. Ya din jî em di hemû xebatê xwe de koteya jin bi kar tînin hem PYD û hem jî Meclîsa gel ji sîstema hevserokatiyê tê rêvebirin. Di Desteya Bilind de dû jin hene ew jî ji hêla me ve hatina erkdarkirin. Di hemû xebatê me de koteya zayendî em %40 pêk tînin.” 

‘EM DIKARIN SIBÊ NAKOKIYÊ XWE NÎQAŞ BIKIN’

Muslim li ser pevçûnên di navbera YPG û grubê çete de diqewimin got: “Li heremê gelek grubên çete hatine avakirin. Kes nizane ev grup girêdayî kêne. Lê tiştê em dizanin ev grubên çete dixwazin şer bîtin heremê. Ji bo em pêşî li wan bigrin xebatê me tên meşandin. Lê ev yek bes ne karê YPG tenê ye karê me hemiyan e. Ger em xwe rêxistin nekin û bi yekdengî tevnegerin wê demê em neyarê xwe xurt dikin. Îro li heremê pêwîst e yekîti hebe em dikarin sibê nakokiyê xwe nîqaş bikin. 

Piştî axaftina Salih Muslim Kurdistaniya li ser mijarê cuda pirs xwe kirin û mijarê ku di serê wan de hene par vekirin. Civîn heya derengê şevê berdewam kir.