Saleem û Kader di Festîvala Fîlman a Mannheimê de ne

Saleem û Kader di Festîvala Fîlman a Mannheimê de ne

63. festîvala fîlman a Mannheim-Heidelberg a Navneteweyî, destpê kir. Festîval wê heta 16'ê Mijdarê li bajarên Elmanya Mannheim û Heidelbergê pêk were û ji 3 kategoriyan 39 fîlm bên nîşandan. Di nava fîlmên di festîvalê de bên nîşandan de, fîlmên du derhênerên Kurd jî hene. 

Festîvala fîlman a Mannheim-Heidelberg a navneteweyî ku cara 63. tê lidarxistin, wê heta 16'ê Mijdarê dewam bike. Di çarçoveya festîvalê de wê 39 fîlmên derhênerên ji welatên cuda yên cîhanê di 3 kategoriyên Keşfên Navneteweyî, Pêşbirka Navneteweyî û Nîşandana Taybet de werin nîşandan. Di nava fîlmên di festîvalê de werin nîşandan de, fîlmên du derhênerên Kurd jî hene. Ev fîlm jî wê di beşa nîşandana taybet de werin nîşandan. Di vê çarçoveyê de fîlmê "My Sweet Pepper Land (Warê min ê îsota şêrîn" a derhênerê ji Başûrê Kurdistanê Hiner Saleem di beşa nîşandana taybet û fîlmê 'Bêkas' ê derhênerê Kurd Karzan Kader ê ji Başûrê Kurdistanê yê li Swêdê dijî, di nav fîlmên zarokan de wê were weşandin.

Di beşa Keşfên Navneteweyî ya festîvalê de wê fîlmên Cemşîd Mahmûdî yê ji Afganîstanê, Amîn Dora yê ji Lubnanê, Elcîn Mûsaoglû yê ji Azerbaycanê û derhênerê Kurd Hîner Saleem 'My Sweet Pepper Land' wê bên nîşandan. Fîlmê ku weke 'Westerneke Kurd' tê binavkirin, bi mijara xwe re hem erdnîgariya herêmê hem jî piştperdeya polîtîk ji temaşevanan re radigihîne.

Fîlm wê di 14-15'ê Mijdarê de li Mannheimê, di 12-15'ê Mijdarê de jî Heidelbergê were nîşandan.

Di fîlmê 'Bêkas' Karzan Kader de, di dema zext û komkujiyên rejîma Seddam anî serê gelê kurd de tiştên bi serê du zarokên bi salan bêmal man, tê vegotin. Karzan Kader, senaryoya fîlm li ser xewnên dema zarokatiya xwe ava kiriye.

Fîlmê 'Bêkas' ê derhênerê Kurd Karzan Kader ku wê di nava fîlmên zarokan de bê nîşandan, di 10-13'ê Mijdarê de li Mannheimê, di 12-14-15'ê Mijdarê de jî wê li Heidelbergê were nîşandan.