Saglam: Pênûsa me ji van binçavkirin û gefan xurttir e!

Rojnamevan Mahsûn Saglam ku di protestokirina qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de bi êşkenceyê hate binçavkirin û ji aliyê polîsan ve gefa xistina torbeyê zer lê hatin xwarin got: ‘’Pênûsa me ji van binçavkirin û gefan xurttir e.’’

ÊRÎŞÊN LI SER ÇAPEMENIYA AZAD

Li hemberî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn nerazîbûna herî mezin ji aliyê hempîşeyên wan ve hate nîşandan. Li Stenbolêdi protestokirina qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de 7 rojnamevan bi êşkenceyê hatin binçavkirin. Yek ji wan rojnamevanan jî Mahsûn Saglam e. Saglam ê ku piştî şevekê di bin çavan de ma û bi şertê kontrola edlî hate berdan ji ANF’ê re axivî. 

‘HÊ DI DESTPÊKA KOMBÛNÊ DE HEWL DAN BINÇAV BIKIN’

Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Mahsûn Saglam di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew weke rojnamevan ji bo protestokirina qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Qada Şîşhaneyê li hev civiyane.  Saglam da zanîn ku hê di destpêka kombûnê de polîsan bi komkirina nasnameyan hewl daye wan binçav bikin û got: ‘’Beriya çalakiya me dest pê bike, Qada Şîşhaneyê ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Bêyî ku em li hev kom bibin, bi hinceta GBT’ê nasnameyên me ji standin  û em dorpêç kirin. A rastî bi awayekî fiîlî binçavkirinek pêk anîn. Dema ku me li hemberî vê kiryara derqanûnî nerazîbûnên xwe nîşan dan, em bi êşkenceyê binçav kirin.’’

‘POLÎSAN BI TORBEYÊN ZER GEF LI ME XWARIN’

Saglam diyar kir ku beriya niha ev bûyer gelekî pêk hatine lê belê ya vê carê gelekî cudatir bûye û ev yek anîn ziman: ‘’Polîsan bi hêrseke alîgirbûnê êrîşî me kirin. Em dikarin bibêjin hêrsa xwe ji me derxistin. Li hemberî me serî li hiqûqa dijminahiyê dan. Di wesayitên binçavkirinê de bi saetan bi awayekî kelepçekirî em sekinandin. Bi torbeyên zer yanî torbeyên cenazeyan gef li me xwarin. Helbet me li hemberî vê yekê nerazîbûnên xwe nîşan dan.  Me bi awayekî eşkere anî ziman ku em ê vê yekê şîkayet û eşkere bikin.’’

‘HEWL DIDIN KU QETILKIRINÊ TUNE BIKIN’

Saglam di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku gefa torbeyên zer weke rêbaza şerê psîkolojîk ya bi wesayitên Torosê ya di salên 1990’î de tê bikaranîn û got: ‘’Tekane ferq ew e ku îro ev gef bi awayekî eşkere tên xwarin. Torbeyên zer tên wateya gefxwarina kuştinê.  Di demên dawîn de jî torbeyên zer zêdetir bi kar tînin û hewl didin ku vê yekê bikin weke sembolekê nîşan bidin.  Bi vî rengî hewl didin qetilkirin û kuştinan tune bikin. Wateya torbeyên zer ev e. Ev gef ne tenê li hemberî rojnamevanan, di heman demê li hemberî hemû civakê hatiye xwarin. Vê yekê bi armanca tirsandin û bêdengkirina civakê dikin. Hewl didin ku rastiya xwe veşêrin. Dema ku rojnamevan rastiyên şer nîşan didin, di heman demê de hemû qirêjî û derewan jî eşkere dikin. Ev yek nayê xwestin.  Ji ber vê yekê hevlaên me yên rojnamevan hedef hatin girtin. Divê ev yek were zanîn ku ev jî sûcekî şer e.’’
 
‘EM Ê LI HEMBERÎ VAN ÊRÎŞAN BI TU AWAYÎ STÛYÊ XWE XWAR NEKIN!’

Saglam di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku îro bi astengkirina mafê protestokirinê, bi binçavkirin û girtina rojnamevanan  hewl didin van rastiyan veşêrin lê belê ew ê hemû hewl bidin ku rastiyan eşkere bikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Ew nikarin bi torbetên zer me bitirsînin, pênûsa me ji van gefan xurttir e, divê vê yekê bizanibin. Bi binçavkirina hevalên me a bi awayekî derhiqûqî nikarin me bêdeng bikin. Em bi tu awayî li hemberî van êrîşan stûyê xwe xwar nekin. Li hemberî van binçakirina wê bersina êe karkirina zêde be. Hevalên me wê di demeke nêzîk de werin berdan.  Çapemeniya Azad wê bêdeng nebe, ev slogan tim li ser zimanê me ye û em dubare radigihînin ku ew ê nikaribin dengê heqîqetê qut bikin.’’