Girtî Necdet Ozturk dest bi greva birçîbûnê kir

Necdet Ozturk ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê dîl tê girtin, dest bi greva birçîbûnê kir.

GIRTÎ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIR

Girtiyê bi navê Necdet Ozturk (35) ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind (YGC) ya Kirşehîrê dîl tê girtin, ,dest bi greva birçîbûnê kir. Ozturk ê ku di 22’yê Nîsanê de ji Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê sirgûnî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê hat kirin, di hucreya yek kesî de tê girtin. Ozturk ku cezayê muebbetê yê giran lê hatiye birîn, ji bo biçe nav girtiyên siyasî gelek caran daxwazname nivîsand û anî ziman ku ew dixwaze biçe nav girtiyên siyasî. Daxwaza Necdet Ozturk bi hinceta “Li aliyê girtiyên siyasî odeyên vala tineye” hatin redkirin. Ozturk bi telefonê rewşa xwe ji malbatê re vegot û diyar kir ku ji duh ve dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hate hînbûn ku rêveberiya girtîgehê zext li Ozturk kiriye ku “biçe korîdora bêaliyan” lê Ozturk qebûl nekiriye. 

Necdet Ozturk anî ziman ku heta daxwazên wî bên qebûlkirin ew ê çalakiya xwe ya birçîbûnê bidomîne û banga hestyariyê li raya giştî kir.

Birayê wî Îbrahim Ozturk der barê bûyerê de wiha axivî: “Ez hefteya borî çûm hevdîtina wî. Tevî ku hevalên wî yên siyasî li wir hebûn jî, wî bi tena serê xwe xistine bloka cuda. Bersivê nadin daxwaznameyên birayê min. Ji ber daxwazên wî nehatin qebûlkirin dest bi greva birçîbûnê kir. Li ser vê yekê ez rêveberiya girtîgehê geriyam. Rayedarê ez pê re axivîm piştrast kir ku birayê min dest bi greva birçîbûnê kiriye û got, ‘Li korîdora bêaliyan cih heye. Bila daxwaza çûna wir bike, em wî bîbin wir. Eger cihekî li kêleka siyasiyan vebe, em ê wî bibin wir.’ Birayê min ev yek qebûl nekiriye. Çawa dikare vê yekê qebûl bike? Birayê min ne bêalî ye, girtiyê siyasî ye û ji bo vê jî cezayê muebetê yê giran lê birîne. Em dixwazin birayê min bibin cem hevalên wî. Em jî ji rewşa birayê xwe bi fikar in. Divê demildest daxwazên wî bên qebûlkirin. Em ji rêxistinên hiqûqî û parêzvanên mafên mirovan dixwazin ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin, bila rewşê bişopînin."