Ji bo girtiyê ku çaveke wî kor bû serî Meclisê da

Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren ji bo girtiyê nexweş Kendal Barût û ku çavekî wî kor bû û xetereya çavê din jî kor bibe serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê da. 

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demkrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Amedê Serhat Eren, rewşa girtiyê nexweş Kendal Barût ku çavê wî yê çepê nabîne, çavê wî yê rastê jî heke neyê dermankirin dê kor bibe, xist rojeva Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê. Di daxwaznameya xwe de Eren da zanîn ku Barût li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, di 16’ê gulana sala 2021’an de li çoltarê navçeya Pasûrê ya Amedê bi birîndarî hatiye girtin lê hêj nehatî tedawîkirin sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatiye kirin, li wir di hucreya yekkesî de hatiye girtin. Bi domdarî Eren anî ziman ku ji bo tedawîbûnê Barût gelek caran daxwazname ji rêveberiya girtîgehê re nivîsandiye lê ev daxwaza wî hatiye paşguhkirin. 
 
Di berdewamiya daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku Barût di 1’ê tîrmeha 2021’ê de sirgunî Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê hatiye kirin, li vir rastî êrîşê hatiye, di hucreya yekkesî de hatiye girtin, piştî israra malbat û parêzerên wî derbasî qawîşa ji 3 kesan pêk tê hatiye kirin. Di daxwaznameyê de Eren diyar kir ku Barût bi armanca tedawiyê sewqî Nexweşxaneya Bajar a Xarpêtê û Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Firatê hatiye kirin lê bi hinceta kêmbûna cîhazên teknîkî û pisporan nehatiye tedawîkirin. 
 
Di daxwaznameyê de hat gotin ku çavê Barût ê çepê bi temamî kor bûye, çavê wî yê rastê jî heke neyê tedawîkirin xetere heye ku kor bibe. Eren, anî ziman ku dewlet mecbûre ku mafê jiyanê û yê tenduristiyê yê girtiyan bi cih bîne, xwest têkildarî binpêkirinên li dijî Barût bên lêkolînkirin, ji bo binpêkirina mafê jiyanê çênebe hewldan bên kirin û Komîsyon bi awayekî lezgîn ji meqamên têkildar agahiyan bixwaze û herî dawî xwest ku ji bo lêkolînê şandeyeke ji parlamenteran pêk tê ji Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê re were şandin.