Konferansa tecrîdê: Heke li Îmraliyê hiqûq pêk neyê wê li tu derê pêk neyê

Di konferansa li dijî tecrîdê hat lidarxistin de peyama: "Heke tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, em ê li tu derê nikaribin pêşî li van bêhiqûqiyan bigirin. Rejîma înfazê li gorî Kurdan hatiye avakirin" hat dayîn.

Konferansa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a bi navê “Li dijî Polîtîkayên Tecrîdê Tekoşîna Aştî û Azadiyê” li Otela Elît World a Taksimê ya Stenbolê dewam dike. Rûniştina duyemîn a konferansê bi sernavê 'Li Tirkiyeyê wekî teknîka Rêveberiyê Rawestandina Hiqûqê' bi moderatoriya Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Parêzer Oya Ersoy pêk hat. Di vê rûniştinê de ji parêzerên OHD’ê Şevîn Kaya bi sernavên “Nepêkanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û AÎHM’ê”, rojnamevan Alî Duran Topuz bi sernavê “Li Tirkiyeyê Qeyrana Darazê” û Baroya Amedê pêşkêşî kirin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren bi sernavê "Ji Girtiyên Siyasî re Rejîma Înfazê ya ku Girantir Dibe" pêşkêşî kir.
Beriya axaftinan peyama Siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye hat xwendin.


PEYAMA AYLA AKAT ATA HAT XWENDIN


Peyama Ayla Akat Ata wiha ye: “Sînorên ku li erdnîgariya cîhanê di dawiya du şerên hevpar ên mezin ên sedsala 20’êmîn de hatin xêzkirin, ji ber vê yekê jî di warê çand û baweriyan de, dabeşkirin û nîvçomayîn bi xwe re anî. Konferansa we ya ku bi baweriya min di dema xwe de û di cih de hat lidarxistin, rojeva gelê kurd û îradeya parastina hebûna xwe li dijî polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên sedsalê zêdetir e ku netew-dewletên herêmê, di nava gelê kurd de nîşan dide. Di vê têkoşînê de rastiya Ocalan bi lêgerîna xwe ya zindîkirina pergala demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan a ku daye pêş heye. Giravek e, çiya ye, deşt e. Aliyek sirgûn e, aliyê din girtîgeh e. Ciwana ku bi zanebûnê hatiye xemilandin, jina ku bi hişmendiyê heye. Amed û Enqere ye, Silêmanî û Bexda, Mehabad û Tehran, Qamîşlo û Şam e. Em dixwazin ku hûn zanibin hewl û lênihêrîna ku we daye ji bo me pir bi qîmet e. Em pîroz dikin û silav û rêz û hurmeta xwe digihînin bi hêviya ku bibe sedema bihêzkirina demokrasî û aştiyê.”

‘HEMÛ SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ LI GOR KURDAN DIGUHERE!’


Serokê Baroya Amedê Nahît Eren bi sernavê "Ji Girtiyên Siyasî re rejîma înfazê ya girantir dibe" pêşkêşî kir.
Eren bi bîr xist ku Kurd di her serdema desthilatdariyê de û di her serdemê de rastî komkujî, sirgûnan hatin û ketin girtîgehan û got, “Tevî vê yekê jî Kurdan ji her desthilatdariyê daxwaza aştiyê kirin. “Kurd hê jî azadî û mafên mirovan diparêzin. Eren, anî ziman ku hemû rêziknameyên qanûnî li gorî kurdan tên avakirin û got, Li gorî helwest û daxwazên kurdan tên avakirin. Xebatên qanûnî jî bi vî awayî tên organîzekirin.”
Eren bi bîr xist ku biryara binpêkirina Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya der barê xala "Li ser navê rêxistinê bêyî endamtiya rêxistinê sûc kirine" bi bîr xist û got, "Baroya Amedê 20 sal berê li dijî vê yekê îtîraz kir û em îro jî vê yekê dikin. Lê mixabin Dadgeha Destûra Bingehîn piştî 20 salan biryara xwe da. Li tu derê cîhanê sûcdarkirineke bi vî rengî nîne. Eren, anî ziman ku madeya mijara gotinê ji aliyê Meclîsê ve bi "pakêta darazê ya nû" girantir bûye.
Eren, anî ziman ku pergala "hiqûqî" ya bi sedsalan a li ser kurdan dewam dike û wiha got: "Di salên ewil ên damezrandina Komarê de Dadgehên Îstîklalê hebûn. Înfaz tên kirin, cezayê îdamê tê dayîn, paşê dibêjin xelet kirine û digirin. Ev sîstem her tim li vî welatî hebû. Ew wekî rêziknameyek qanûnî ya nû xuya dike, lê bi rastî jî heman e. Hemû sîstem li dijî Kurdan e, ev sîstem nîşan dide ku daxwazên Kurdan çawa tên krîmînalîzekirin.”


QEYRANA DARAZÊ


Rojnamevan Alî Duran Topuz bi sernavê "Li Tirkiyeyê qeyrana darazê" pêşkêşiyek kir. Topuz qeyrana darazê ya di navbera Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Cezayê Giran de weke lîstikeke şanoyê nîşan da û got, “Cûdahiya di navbera saziyan de ji holê ranabe. Ji ber ku yek ji saziyan ne di wê lîstikê de ye." Topuz, anî ziman ku qeyranek bi zanebûn hatiye çêkirin e û wiha got: “Ev qeyran bi zanebûn hatiye çêkirin. Ji ber vê yekê, wateya vê qeyranê çi ye? Îro bi tinekirina hemû destkeftiyên komarê rejimekê ava dikin. Em dibînin ku di dema damezrandina Komarê de daraza bi heman awayî hatiye bikaranîn. Bi taybetî pêvajoya darazê ya ku di sala 1921’an de bi Koçgirî dest pê kir û bi eêrsimê bi dawî bû, mînaka vê bû. Her çend îro kêm parlementer behsa vê pêvajoyê dikin jî, heta salên 1990'î em li akademiyê nikarin rexneyan bibînin. Lê ev di rastiyê de encama wateya darazê ye û desthilat vê yekê bi zanebûn dike.”
Konferans bi rûniştina sêyemîn berdewam dike.