Rûsyayê 'herêma ewle' ya di bin kontrola Tirkiyeyê de red kir

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi gotinên neyekser fikra li ser 'avakirina herêmeke ewle di bin kontrola Tirkiyeyê de' red kir.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê di civîna çapemeniyê de diyar kir ku heke DYE xwe vekişîne divê ew herêm têkeve bin kontrola hikumeta Sûriyeyê.

Lavrov got, “Li Sûriyeyê piştî ku DYE xwe vekişîne divê çek, herêm û tesîsên leşkerî yên DYE’yê têkeve bin kontrola hikumeta Sûriyeyê û avadaniyên rêveberiyê yên li Sûriyeyê.”

Lavrov diyar kir ku li cihên ku Kurd lê hene divê hemû şertên pêwist pêk were.

Lavrov diyar kir ku ew piştgiriyê dide têkiliyên di navbera hikumeta Sûriyeyê û Kurdan de.

KURD HERÊMA DI BIN KONTROLA TIRKIYEYÊ DE NAXWAZIN

Berpirsê Komîteya Dîplomasiyê yê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl nîqaşên li ser ‘herêma ewle’ yan jî ‘herêma tampon’ ji ANF’ê re nirxand.

Xelîl got ku, “Tirkiye ne wekî komeke çekdar e. Li hemberî komên çekdar mirov dikare tevdîrên pratîk pêk bîne. Lê heke dixwazin Bakurê Sûriyeyê ji êrîşên dewleta Tirk biparêzin divê li Meclîsa Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û NATO’yê biryarê bistînin.”

Xelîl di dûmahîka axaftina xwe de got ku, “Heke wan bigotina herêma ji balefiran re girtî em ê ava bikin, wê çaxê me dikaribû tiştek bigota. Jixwe balefirên YPG û YPJ’ê tune. Wê çaxê me yê bigota ku dewlet li hemberî êrîşên hewayî dikarin tevdîran bistîne. Lê li gorî planên wan ev tişt derdikeve holê ku hewl didin Tirkiyeyê li herêmê xurt bikin. Ne mumkun e ku em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘herêma ewle’ yan jî ‘herêma tampon’a di bin kontrola Tirkiyeyê de qebûl bikin.”