Rûsya û Fransa di mijara Sûriyê de li ser 'rêbazê' li hev nakin
Rûsya û Fransa di mijara Sûriyê de li ser 'rêbazê' li hev nakin
Rûsya û Fransa di mijara Sûriyê de li ser 'rêbazê' li hev nakin
Wezîrên Karên Derve yên Rûsya û Fransayê li Moskowayê hatin cem hev, lê di mijara çareseriya krîza Sûriyê de nêzîkatiyeke hevbeş nîşan nedan. Fransa diyar dike ku bê şik û guman êrîşa kîmyewî ya li Şamê karê rejîmê ye, Moskowa jî bi biryardarî dibêje ku ev yek provokasyoneke.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê da xuyakirin ku gelek "sedemên cidî" li holê hene ku êrîşa kîmyewî ya 21'ê Tebaxê ya li Şamê provokasyon e.
Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov di daxuyaniya xwe ya piştî civîna bi hempişeyê xwe yê Fransî Laûrent Fabîûs de got, "Gelek sedemên me hene ku em vê yekê weke provokasyonê dinirxînin."
Laûren Fabîûs jî îdîa kir ku ti gumanên wan nîne; ev êrîş di berpirsyariya rejîma Şamê de ye.
Her du welat her çend xwedî armanceke ji bo çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê bin jî, her du wezîran qebûl kirin ku di mijara rêbaza vê çareseriyê de ew xwedî "nêzîkatiyên cuda" ne.
Lavrov got, "Ji bo xwegihandina vê armancê hin cudahiyên me hene", Fabîûs jî ragihand ku ew di mijara rê û rêbazê de xwedî nêzîkatiyên cuda ne.
Lavrov destnîşan kir ku biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser tinekirina çekên kîmyewî yên Sûriyê, dê li derveyî xala 7. a qanûna NY a destwerdana leşkerî derdixîne pêş, be.
Fransa jî berevajî vê yekê dixwaze biryareke girêdêr (zarûrî) û bi hêz a xwedî encam were stendin, ku eger rêveberiya Şamê berpirsyarî û neçariyên xwe bicih nîne, li hember were bikaranîn.
Li gorî rapora mufetîşên NY ku roja Duşemê ket destê çapemeniyê, tê gotin delîlên zelal û ewle hatine pedakirin ku di êrîşa 21'ê Tebaxê ya li herêma Şamê de gaza sarînê hatiye bikaranîn. Lê belê, ji ber ku mufetîşên mijara gotinê di mijara lêkolînkirina berpirsyariya vê êrîşê ne erkdar in, di vê derbarê de ti tespit nekirin. Li gorî Moskowayê, komên çekdar ji bo pêşî li destwerdaneke leşkerî vekin, êrîşeke bi vî rengî kirine. Li gel Washintgon û Parîsê hêzên Rojavayî jî îdîa dikin ku êrîş ji aliyê rêveberiya Şamê ve hatiye kirin û di encamê de zêdeyî 1400 kesan jiyana xwe ji dest dane.